Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku wî bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtineke jidil kiriye û got: “Di rojên pêş de em derbasî qonaxa ku agahiyên erênî bigirin dibin.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê axivî û rojevên heyî nirxand. Erdogan, diyar kir ku bi endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtineke “çêker û erênî” kirine û got: “Em derbasî qonaxa ku di rojên pêş de agahiyên erênî bigirin dibin. Pêvajoya Tirkiyeya bêteror bêyî ku qezayeke rêyê tê de çêbibe, bêyî ku firsend were dayin ku derdorên qirêjî sabote bikin, em hêvîdarin bi serkeftî biencam bibe.”