ENQERE - Nûnerên saziyên elewiyan beriya teklîfa qanûnê ya têkildarî cemxaneyan, çûn serdana Koma Meclisê ya HDP’ê.
Nûnerên saziyên elewiyan beriya hevdîtinên teklîfa qanûnê ya têkildarî cemxaneyan, çûn serdana Koma Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat, Serokê Giştî yê Federasyona Weqfên Elewiyan Haydar Bakî Dogan, Serokê Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî Anatoliyayê Ercan Geçmez, Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yên Elewiyan Îsmet Kurt û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe di serdanê de amade bûn.
Nûnerên rêxistinên elewiyan, ji hêla Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen ve hatin pêşwazîkirin. Nûnerên elewiyan fikarên xwe yên têkildarî teklîfa qanûnê de anîn ziman.