TEKÎRDAG - Girtiyê nexweş Mehmet Başaran ê li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û demekî nêz berê krîza dil derbas kiribû, tevî nexweşiya xwe jî ranakin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Mehmet Başaran ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, zêdetirî 20 sal in girtî ye. Başaran, di 2’yê mijdarê de krîza dil derbas kir. Bêyî ku malbata wî ji rewşê were haydarkirin, Başaran rakirin beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyeke bajar û di 6’ê mijdarê de dîsa birin girtîgehê.
Başaran, di 23’yê mijdarê de li malbata xwe geriya û got ku rewşa wî gelek xerab e lê rêveberiya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê.
Malbata Başaran xwe gihand ajansa me û got ku agahiyê ji Mehmet Başaran nagirin lewma fikarên wan hene. Malbatê bi domdarî got: “Heke rewşeke neyînî biqewime dê Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar be. Me derheqê wan de serlêdana sûc kir. Di rewşên wiha de hewceye girtîgeh me agahdar bike. Lê li me negeriyan û bersiva telefonên me nadin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”
Têkildarî mijarê em li rêveberiya girtîgehê geriyan lê îdia derewand.