MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, bal kişand ser operasyonên derî sînor û diyar kir ku bi şer tê xwestin ser têkiliyên qirêjî û pirsgirêkên heyî bê nixumandin û got: "Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye."
Li Tirkiyeyê di sala 2014'an de ji bo tunekirina destkeftiyên Tirkiyeyê "plana rûxandinê" ket dewrê û bi vê planê re starta konsepta şer hatibû destpêkirin. Ev konsept niha bi operasyonên derveyî sînor didome.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka elewiyan dê bi konsepeta şer çareser nebe.
Kûlû got: "Di dîrokê de, 28 serhildanên kurdan hatin tepisandin. Lê ev pirsgirêk neqediyan. PKK jî serhildana 29'emîn e û hê jî didome. Dê qet neqede. Ji lew re heger hûn rabin çand, bîr û nasnameya civakekê ji holê rakin, hûn ê bi reflekseke civakî re rû bi rû bimînin. Ev rewş, ji bo tevahiya civakan derbasdar e. Tu kes bi şer bi ser neketiye. Baweriya me, kesên candar û mirovan bikujin, daxilî Cemê nake. Lewma baweriya me tu zorbetiyê qebûl nake."
Kûlû, destnîşan kir ku elewîtî li cem mezlûman e û got: "Îro ro îqtidar, dixwaze hemû pergala welêt ji holê rake û projeya xwe pêk bîne. Ev proje jî tirkî û îslamîtî ye. Ev feraset jî, ji xeynî xwe nahêle tu bawerî û civakên din bijîn. Îjar ji bo piştgiriyeke civakî ji xwe re peyda bike, dijminan zêde dike. Lewma kurd û elewiyên li ber xwe didin, ji xwe re dike dijmin. Ev yek her tim tê rojanekirin."
OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR
Kûlû, bal kişand ser operasyonên derveyî sînor jî û got: "Hêzên emperyal hemû xizmeta hev dikin. Bi vî awayî ser sûcên xwe dinixumînin. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî zilma li elewî û kurdan tê kirin ev e. Ev hêz tenê ser gunehên hev dinixumînin."
Kûlû operasyonên derveyî sînor wekî "derî aqilan" nirxand û got: "Heger kurd û elewî rabin biçin li fezayê ji xwe re qadeke jiyanê ava bikin, dê ev feraseta li Tirkiyeyê rabe mudaxileyî wir jî bike. Dê vê bi kîjan aqilî, bi kîjan hiqûqê û bi kîjan mantiqê rave bikin, nizanim. Heqekî wisa ne li gerdûnê heye ne jî di tu dînî de. Operasyon, ji bo nixumandina ser krîza aborî û konsolîdekirina civakê tên kirin. Ev êrîş, axirê dê vegere aborî, aştî û aramiya civakî ya welêt bikuje. Ji lew re, ev feraset ji xeynî vê nikare tiştekî jî biafirîne."
kûlû, pêvajoya çareseriyê ya sala 2013'an bibîr xist û got: "Di vê pêvajoyê de 10 heb komcivînên elewiyan hatin lidarxistin. Got, 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim.' Di vê pêvajoyê de hesta welatê hevpar li her kesî peyda bûbû. Lê îqtidarê, ji ber ku fêm kirin dê îqtidara wan ji dest wan biçe pêvajoyê qedandin. Demokrasî bi temamî hat rawestandin, zorbetî ket dewrê û ketin nav hewldanên ku civakê bikin civakeke sertewandî."
DÊ BI ŞER NEYÊ ÇARESERKIRIN
Kûlû, destnîşan kir ku konsepta şer dê niakribe pirsgirêkan çareser bike, bereksê wê dê pirsgirêkan kûrtir bike û got: "Konsepta şer, dê pirsgirêkine din li pirsgirêkên heyî zêde bike. Ev şer bi kêrî tu kesî nayên. Ev şer, dê zirareke mezin bide civakê û welêt."
Kûlû, destnîşan kir ku pêşeroj dê bi aqilekî hevpar bê avakirin ûg ot: "Li vî welatî kurd û elewî jî bacê didin, lê yek ji wan jî nikare bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Çi ehlaqî çi wijdanî ev yek nayê qebûlkirin. Heger li Tirkiyeyê demokrasî, aştî, arabî û biratî çêbibe, ev jî bi qebûlkirina daxwazên kurd û elewiyan pêkan e. Divê her bawerî û nîjad li gor xisûsiyetên xwe bijî. Ev daxwaz jî divê bi qanûna bingehîn bên mîsogerkirin. Heger hûn vê pirsgirêkê çareser nekin, hûn ê nikaribin tu pirsgirêkê jî çareser bikin. Hûn ê nikaribin bi asîmlasiyonê, bi zorbetiyê û bi şer civakan tune bikin û hûn ê bi ser nekevin."
Kûlû, bilêv kir ku li Tirkiyeyê de navnîşana pirsgirêka kurdî û pirsgirêkên din diyalog e û got: "Ji bo çareserkirina pirgsirêkan, tenê rêyek heye, ew jî axaftin e. Wekî din tu rê tune ye. Kuştin û bombebarandin, li tu devera cîhanê pirsgirêk çaresr nekirine. Di dema pêvajoya diyalogê de civakê aram bû, lê niha ne aram e. Li welatekî hêvî û aramî tune be, li wî welatî jiyan jî tune ye."
'Ê JI HEQÎQETÊ BIREVE DÊ WINDA BIKE'
Kûlû, bibîr xist ku li Tirkiyeyê tu îqtidarê pirsgirêka kurdî çareser nekiriye û ji ber vê îqtidar ji dest çûne û dê wekî îqtidarên din îqtidara AKP-MHP'ê jî wind abike û got: "Îqtidarên ku pirsgirêka kurdî çareser nakin, winda dibin, diçin. Lê pirsgirêka kurdî hê jî li cihê xwe ye. Heger pirsgirêka kurdî çareser bibe dê aboriya welat baş bibe, dê aramî, demokrasî û biratî hebe. Wekî din tu rê tune ye. Divê em heqîqetê bibêjin. Heger em ji rastî û heqîqetê birevin, em wind abikin. Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin bêdengî û guhnedirêya me ye. Ev mîrateya herî xirab e ku em ê ji zarokên xwe re bihêlin."
MA / Mehmet Şah Orûç