ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
- rojane
- 09:00 03/6
Endamê Desteya Weşanê ya Sosyalîzma Navneteweyî Profesor Alex Callinicos got, 'Pêvajoya aştiyê dikare tevkariyê li têkoşînên demokratîk û civakî yên li gelemperiya herêmê bike."
Parêzeran xwestin hevşaredarên Akdenizê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz ên ku 140 roj in bêyî ku îddîaname bê amadekirin û li cihê wan qeyûm hatine tayînkirin serbest bên berdan.
Rojnameger Elîf Akgul ku di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 21'ê Sibatê de hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn.
Tenduristiya Zeynep Celaliyan ku girtî ye her diçe giran dibe û rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike.
Serokê meclisê Nûman Kûrtûlmûş piştî hevdîtina DEM Partiyê daxuyanî da û wiha got: "Em dixwazin di rojên pêş de li meclisê komîsyon bê avakirin û xebateke baş bê kirin."
Siyasetmedarên Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz di 31'emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Ketina Vanspor a Lîga 1’emîn li bajêr bi coş hate pîrozkirin
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan.
Beşdarên Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd Xeman Zana Eshed û Îman Abdurrezak Mihammed ji bo demokrasî û aştiyê bal kişandin ser têkoşîna jinên Kurd û girîngiya yekîtiya neteweyî.
Hevseroka Dem Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, bal kişand ser geşedanên der barÊ pirsgirêka Kurd û wiha got: “Wexteke derasayî dibugure, betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e.”
Malbatên ku dixwazin xizmên wan li goristana Kilyosê hatine definkirin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin, "Niha ne dema pêşbirka êş û azaran e; divê em bi hev re aştiyeke adîl û wekhev pêk bînin."
Li gorî rêziknameya cerdevanan, dema ku cerdevaniyê dikin û ger li gorî Qanûna Hilbijartinê hatibin hilbijartin, cerdevanu qedexe ne di karekî din de bixebitin. Li bajaroka Dêrgulê hem cerdevaniyê dikin û hem jî keya ne.
Dr. Îsmet Konak diyar kir şerê Rûsya û Ukraynayê veguheriye girêkek Gordîon got, "Her du alî jî şertên xwe ferz dikin. Rûleta Rûs dilîzin û em bibînin wê gule li kê bikeve."