ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
- rojane
- 09:00 12/3
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bang li hemû derdoran kirin ku di 23’yê Adarê de tev li pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê bibin.
Êrişên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de banga “komkujiyan bidin sekinandin” li NY’ê hate kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di aşkerakirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê de axivî û wiha got: “Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin.”
Şîna Pelda Dogrî ya YJA Starî ku li Amedê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Civînên bi gel re yên di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li gelek bajaran domiyan. Parlamenter Omer Ocalan li Rihayê got: “Dem dema avakirina demokrasî, aştî û azadiyê ye. Barê me girantir e.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku armanca mutebeqeta wan ew e ku rê li ber qirkirina li herêmên beravê tê kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî mutebeqeta di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin axivî û wiha got: “Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Em mizgîniya azadiyê bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ mezintir bikin.” Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got: “Em stranên xwe yên azadî û aştiyê bigihînin Îmraliyê.”
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû Deklarasyona Newrozê li Stenbolê xwend û got: “Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin.”
Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê jî di nav de bi daxwaza rakirina parêzbendiyan, der heqê 9 parlamenteran de ji Meclisê re fezleke hatin şandin.
Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Tişrîn, Sirîn û Qereqozaqê zêde bûne.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Welatên Ereban piştgirî dan peymana di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSD’ê Ferhat Şamî têkildarî peymanê axivî û got: “Armanca me rawestandina şer e û dixwazin xelkê Efrîn û Girê Spî dîsa vegera ser xaka xwe.”