ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
- rojane
- 09:00 09/5
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi hinceta ku ziyaretvan hembêz kirine û tililî avêtine, mehek cezayê qedexeya ragihandinê dan 6 girtiyan û li 3 girtiyan jî ji bo mehekê cezayê qedexeya çalakiyan hate dayin.
Haydar Ergulan, Oya Baydar, Gunduz Vassaf, Yaşe Kulîn û Muge Îplîkçî jî di nav de 124 nivîskar û wêjevanan, bi gotina “Peyva aştiyê ku peyva herî xweşik e, te li dilê me tevan aştî nivîsand” xatir ji Sirri Sureyya Onder xwestin.
Di doza Şahîn Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de 3 sal û 4 meh cezayê hefsê li polîsê bersûc hatibû birîn. Hem dozger hem jî parêzeran li dijî cezayê hatiye dayin serî li îstînafê dan.
Girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, da zanîn ku dema ji bo kontrolê dibirin nexweşaneyê rastî êrişa girtiyên edlî hatine.
Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta tiştên ketine hewşa girtîgehê, cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn.
Niha çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, her wiha mînakên cîhanê tên meraqkirin. Li gelek deverên cîhanê, ji Brîtanyayê heta Kolombiyayê, ji El Salvadorê heta Fîlîpîn û Afrîka Başûr, bi avêtina gavan pêvajoyên nakok gihîştine encamekê.
Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin.
Di danişîna ewil da doza rojnameger Ahmet Guneş de ji bo were zanîn ka tu kesan der heqê Guneş de îfade dane yan na, biryar hat dayin ku ji emniyetê re muzekkere bê nivîsandin.
MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER’ê ji bo daxuyaniya ku dê sibe têkildarî girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyan li Amedê were dayin, banga tevlibûnê kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgehê dan.
DEM Partiyê têkildarî îdiayên ku dibêjin beriya Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest bide li dijî wî sûîqest hatiye kirin, daxuyanî da.
Girtiyên nexweş Arjen Sîdar Karatay ku dosyaya wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin, jinûve hate darizandin.
Piştî ku rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê ya li ser sînorê Keşmîrê veguherî pevçûnan, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Endamên ESP û SGDF’ê ragihandin ku ji bo girtina girtîgehên bi “tîpa bîrê” û ji bo berdana girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin.