'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
- rojane
- 15:11 19/3
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di Newroza Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser banga Abdullah Ocalan: “Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di Newroza Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser banga Abdullah Ocalan: “Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroza Pirsûsê de axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo rijandina xwînê bisekinîne û ji bo aştiyê gaveke mezin avêtiy. Ew xwedî wê hêz û qudretê ye ku aştiyê pêk bîne.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayin.”
Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû ku îro hatibû binçavkirin, peyameke nivîskî şand û got: “Dê gelê me bersiva pêwîst bide kesên mafê mirovan dixwin.”
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya di 23'ê Adarê de li Stenbolê bê lidarxistin zelal bû.
Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên Tîpa S’yê parve kir û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin û şert û mercên jiyaneke birûmet ji girtiyan re bên avakirin."
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat vekirin.
Di Newroza Tetwanê de Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş axivî û nerazîbûn nîşanî operasyonên li Stenbolê da û wiha got: "Dibêjin bila Tirk û Kurd li kêleka hev nebin. Wê nikaribin pêşî li têkoşîna hêzên demokrasiyê bigirin."
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Nisêbînê bi beşdariya hezaran pêk hat de Cigirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn demê de li hemberî banga Ocalan a dîrokî gav bavêje.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Newroza Wanê de bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, banga rizgariyê ya 85 milyon welatiyan e.”
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Bang wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye."
Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel bang li hemû welatiyan kir ku saet di 14.00’ê de li pêşiya avahiyên rêxistinên bajar û navçeyan kom bibin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da û got: "Ev operasyona siyasî di heman demê de li dijî me hatiye kirin. Lihevkirina Bajar sûc nîne, modeleke demokratîk e.”
Ji bo Newroza ku wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin amadekarî tên kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir û got ku ev Newroz wê bibe banga avakirina civaka demokratîk.
Li navçeyên Wêranşar, Stewr û Hewagê bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.