Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
- rojane
- 14:35 20/3
Tayîp Temel ê DEM Partiyî di Newroza Êlihê de axivî û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin encamek ji vê pêvajoyê dernakeve.”
Tayîp Temel ê DEM Partiyî di Newroza Êlihê de axivî û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin encamek ji vê pêvajoyê dernakeve.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza azadiyê ya Bazîdê de axivî û diyar kir ku hemû cîhan li ser banga Abdullah Ocalan diaxive lê îktîdar gavên pêwîst naavêje.
Waliyê Silemaniyê Heval Ebubekir û heyeta pê re ku ji bo Newrozê hatin Amedê serdana Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Endamên Însiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê, ji bo beşdarî Newroza Amedê bibin ji Enqereyê bi trenê ketin rê.
HPG’ê ragihand ku tevî biryara “agirbestê” jî dewleta tirk di nava 5 rojan de li dijî herêmên Zap, Xakurkê û Metînayê hezar û 145 êriş pêk anîne.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê de li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilindkirin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê dê sibe were lidarxistin. Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rihayê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûna hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir.
Ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Geverê bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiyê.
Li Êlihê bi hezaran kes tevî hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” beri bi qada Newrozê ve diherikin.
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ji Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê yê berê Înan Kizilkaya û rojnameger Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya re cezayê hepsê hat birîn.
Li navçeya Cizîrê bi hezaran kes ji bo hilkirina agirê Newrozê diherike qada pîrozbahiyê.
Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 87 kesan dest pê kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.