Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
- rojane
- 13:08 17/11/2024
Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya li Xaçerêya Dortyolê ve dimeşin.
Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya li Xaçerêya Dortyolê ve dimeşin.
Li Êlihê gel ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” dadikeve qadê.
Tê gotin ku Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener piştî guherîna di qebîneyê de dê bibe cîgira Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan.
Ji bajarên cuda gelek kes ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê îro li Êlihê were lidarxistin, bi rê ketin.
Yûsûf Kaya ku li pêşiya şaredariyê ji qeyûm re gotibû; “Walî were vê der, hûn îradeya gel xesp dikin” û piştre hatibû girtin. Di dema binçavkirinê de îşkence li Kaya hatibû kirin. Kaya, peyama; “Em ê vê têkoşînê bi ser bixin” şand.
Li Xurmatoyê li dijî artêşa Iraqê êrişeke bombeyî hate kirin.
Rojnameger Hawre Karwan anî ziman ku hevdîtinên koalîsyonê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin û got: “Tirkiye ji PDK’ê dixwaze ku hikûmeteke xizmetê ji wê re bike ava bike. Şertê YNK’ê jî ew e ku Mesrûr Barzanî nebe serokwezîr.”
Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê didome û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareserî û aştiyê de bilîze, hewceye bingeha wê were amadekirin.”
Ji Meclisa Nûneran a Arjantînê Mónica Leticia Schlotthauer ku piştgiriyê dide kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, diyar kir ku ew li gel têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in.
Di nobeda berxwedanê ya ku piştî tayînkirina qeyûm li ber Şaredariya Xelfetiyê dewam kir, banga tevlîbûna mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya sibe li Elîhê dê bê lidarxistin, hat kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag ê ku 33 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re civiyan.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmrê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û xwest ku girtiyên nexweş demil dest bên berdan.
Xizmên Windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê daxuyanî dan û gotin: "Bila kiryar bên darizandin û winda bên dîtin."