Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
- rojane
- 10:59 24/11/2024
Otobûseke rêwiyan û 2 wesayîtan li Emîrdagê qeza kir û 30 kes birîndar bûn.
Otobûseke rêwiyan û 2 wesayîtan li Emîrdagê qeza kir û 30 kes birîndar bûn.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin û derheqê wê de biryara binçavkirinê hate dayin, ji bo îfadeyê çû emniyetê.
Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş tayînkirina qeyûm weke “êrişeke li dijî nasname, ziman û baweriya gelê Dêrsimê nirxand” û endamê GYK’ê yê EMEP’ê Orhan Kurul jî got: “Seyîr Rizayan di 1938’an de serî netewandin û dê neviyên wan jî serî netewînin.”
Nivîskar Mukaddes Erdogdu diyar kir ku peyameke biçûk a ji Abdullah Ocalan jî di nava gel de rê li ber hesteke mezin vedike û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan, çareseriyên tu kesekî nînin.”
Gokhan Gunduz li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin û dadgeha herêmî bi îdiaya “heqaret li serokkomar biriye” ceza lê birîbû. Dadgeha Îstînafê ev biryar betal kir û biryara beraetê da.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan.
Walîtiya Amedê bi biryarek sosret dirûşma “Jin jiyan azadî” qedexe kir.
Di daxuyaniyên li Colemêrg û Geverê yên li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin de wiha hat gotin: "Em ê tu carî serî netewînin, em ê dest ji têkoşînê bernedin."
Di daxuyaniya ku di 25'ê Mijdarê de li Cizîrê di pêşengiya TJA'yê de hat dayîn, jinan bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Hûn mecbûr in Birêz Ocalan muxatab bigirin."
Li Êlihê di çalakiya ku li dijî desteserkirina şaredariyan hatî lidarxistin de, hat destnîşankirin ku rêwatiya desthilatdariyê nemaye û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku 44 sal beriya niha di binçavan de hatî windakirin hat pirsîn û wiha hat gotin: " Em ê ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di hefteya 824’an de çalakiya ji bo windayan li dar xist. Di çalakiyê de tundî û kuştina li ser jinan û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin.
Cenazeyê Mîne Sevjîn a HPG'î ya di çalakiya li dijî TÛŞAŞ'ê de cih girt û cenazeyê wî piştî 31 rojan radestî malbata wî hat kirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan hat definkirin.
Leyla Uren a ku li Rihayê demek dirêj agahî jê nehatibû girtin, li mala ku lê dima, hat qetilkirin. Kujerê Leyla Uren Ahmad El Avvad hat girtin.