Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
- rojane
- 11:50 21/12/2024
Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin Nazim Daşatn û Cîhan Bîlgîn, ji bo cenazeyên wan bînin bajarê wan serî li ÎHD û OHD'ê dan.
Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin Nazim Daşatn û Cîhan Bîlgîn, ji bo cenazeyên wan bînin bajarê wan serî li ÎHD û OHD'ê dan.
Serokê Karên Çapemeniyê yê DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qetilkirina rojnamevan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Serokê Haber-Sen'ê Mesût Balcan jî diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e û got ku armanc bêdengkirina rastiyan e.
Malpera rojnameya rojane Yenî Yaşamê hat astengkirin.
Di êrişên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.
Ber bi sînorê Kobanê ve gelek tanq hatin veguhastin.
Li Wanê 10 jê rojnameger 39 kesên ku tevli daxuyaniya ji bo rojnamegerên hatibûn qetil kiribûn hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyan hatin berdan.
Şêx Murşîd El-Xeznewî di Komxebata Yekitiya Kurd de axivî û wiha got: “Partî û rêxistinên me Kurdan divê li ser çendek xalên sereke yên yekitiya neteweyî li hev bikikn û bi yekdeng biçin Şamê.”
Li Îzmîrê beriya protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî 23 kes hatibûn binçavkirin û danişîna ewil a dozê hat lidarxistin. Parêzeran xwestin dîmen ji dosyayê bên derxistin lê ev daxwaz hate redkirin û doz hate taloqkirin.
Rojnameger Nazim Daştan ku hate qetilkirin, dema li Dîlokê li pey şopa kujerên rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf diçû hatibû binçavkirin û demekî kin beriya were girtin jî endamên îstîxbaratê ev gef lê xwaribûn: “Vêcarê jî şensê te heye, hêj em ji bo te nehatin tu hatî binçavkirin. Nexwe dê dawiya te jî mîna ya Najî Jerf bûya.”
PEN Internationalê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.
Polîsan li Wanê êrişî daxuyaniya têkildarî rojnamegerên hatine qetilkirin, kirin. Di êrişê de 10 rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin.
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de daxuyanî tê dayin.
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de çalakvanan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan.
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Hedefgirtina rojnamegeran, sûcê şer e.”