Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
- rojane
- 12:57 23/12/2024
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de ku ji ber heqaretên zayendperest bertek nîşanî polîs dabû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de ku ji ber heqaretên zayendperest bertek nîşanî polîs dabû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Seroka IFJ’ê Dominique Pradalié diyar kir ku dewleta tirk bi rêbazên mafyayê rojnamegeran qetil dike û wiha got: “Kujer ji ber necezakirinê hebûna xwe didomînin. Lê divê her kes bizane ku heke rojnameger nebin, demokrasî jî nabe.”
Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku HTŞ ajandaya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk tîne û ji bo êrişên ser Kobanê jî wiha got: “Amerîkayî, Fransî û ewropayî divê pêşî li Tirkiyeyê bigirin da ku nekare bajarekî wiha bûye sembol dagir bike.”
Rojnameger Argeş Viyan diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn gelek girîng e.”
Katîbe Bîlgîn ku keça wê rojnameger Cîhan Bîlgîn hatibû qetilkirin, wiha got: “Îşala rêhevalên Cîhanê dê pênûsa wê û Nazim li erdê nehêlin.” Bavê wê, Mehmet Nesîm Bîlgîn jî anî ziman ku keça wê kamera û pasaporta xwe girtiye û berê xwe daye Rojava û emniyetê jî bi vê sedemê ew tacîz kirine.
Endamê ADAM-DER'ê Muhsîn Dalfîdan diyar kir ku piştî HTŞ'ê derbasî Şamê bû SMO jî êrişî kurdan kir û Tirkiye li Rojhilata Navîn polîtîkaya berfirehkirinê dimeşîne, lê ne rewa ye.
Wênekeşa Nazim Daştan ku di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de tevî hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin, di destê hempîşeyê wî Dogan Cîhan de heqîqetê dinivîse.
Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mêrsîn û Antalyayayê xwestin ku Tirkiye biryara mafê hêviyê ya DMME’yê bi cih bîne û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berde.
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi çekên giran êrişî gundê Cadê yê li başûrê Kobanê kirin. Di êrişê de zarokek a 12 salî û dayika wê hatin qetilkirin.
Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên tev li çalakiya protestokirina qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hatin girtin.
Di çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ya li Setenbolê de 14 kes hatibûn binçavkirin. 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin protestokirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin û wiha gotin: “Nazim û Cîhan her tim bûn dengê heqîqet û Rojava.”