Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
- rojane
- 11:58 26/12/2024
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate dayin.
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate dayin.
Girtî Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Kaya, wiha got: “Piştî vê hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min bê.” Kaya, banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Serokê PEN a Navneteweyî Burhan Sonmez, diyar kir ku qetilkirina rojnamegerên Kurd û zextên li ser wan nîşaneya bêperwatiyê ye û wiha got: “Ji bo nixûmandina rastiyan rojnamegeran hedef digirin.”
Rojnamegerên li Wanê bertek nîşanî qetilkirina hevpîşeyên xwe dan û gotin, “Tevî binçavkirin, girtin û zextên bi salan, me paşve gav neavêt. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin bidomînin."
Akademîsyen Haşim Zêbarî û Kamûran Berwarî diyar kirin ku tekane derdê dewleta tirk a li Sûriyeyê hêzên Kurdan e û wiha gotin: “Tirkiye jî dizane ku Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tunebûna destkeftiyên li Rojava dê bê wateya tunebûna Iraq û başûrê Kurdistanê.”
Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guranê dest pê kir.
Taybet Encu ku di Komkujiya Roboskê de birayê xwe û di têkoşîna edaletê de jî dayika xwe winda kir, wiha got: “Heke edalet hatibûya Roboskê dê pirsgirêka Kurd çareser bûbûya.”
Fettah Tekîn ê ku 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya kurd de winda kirine û zarokek wî di girtîgehê de ye, ji roja destpêkê ve cihê xwe di çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de girtiye. Tekîn ê ku rengê çalakiyê ye got: “Ez hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digirim. An em ê li ser vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin."
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye, di bûyere îşkenceyê ya nakeve ber demboriyê de, bi hinceta ku 7 sal di ser bûyerê re derbas bûye biryara neşopandinê da.
Rêveberê PYD'ê yê Kobanê Bekir Hecî Îsa bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku ew ê li hemberî êrişan xwe biparêzin.
Bersûcên di doza Narîn Guranê de girtî anîn edliyeyê.
Elewiyên sûriyeyî, piştî îdîayên ku tê gotin êrişî îbadetxaneya elewiyan hatiye kirin, HTŞ’ya ku Sûriye bi dest xistî protesto kirin. Li Humusê, bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê ji bo qetlîamên "Vegera Li Jiyanê", Mereş û Roboskiyê banga "hevrûnê" kir.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren li balafirgeha Êlihê hat binçavkirin.