Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
- rojane
- 09:08 05/2
Reşat Ozdîl 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wî cara sêyemîn e ji ber zexta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “poşmantiyê” tê taloqkirin.
Reşat Ozdîl 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wî cara sêyemîn e ji ber zexta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “poşmantiyê” tê taloqkirin.
Hatîce Atan "keça manewî" ya Tayyîp Erdogan, avahiya dîrokî ya Birca Belek a ku 9 sal in desteser kiriye, tevî daxwaza Wezareta Çand û Tûrîzmê jî vala nake.
Hevserokê Komeleya Rêvebiriya Afetê û Piştevaniyê Şerefxan Aydin diyar kir ku erdhej tenê di salvegeran de tên bibîranîn û got ku dersên pêwîst nehatine girtin û hê jî avahiyên bêkontrol tên çêkirin.
Hevseroka DEM Partiyê yê Stenbolê Gonca Yangêz diyar kir ku nexşerêya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pisûleyeke girîng e û Eşref Yaşarê DBP'î jî diyar kir ku kurd dixwazin nasname û zimanê wan bê naskirin.
Serokê Giştî yê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku ew piştgiriyê didin aştiyeke muhtemel û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin."
Çiyayê Gabarê ku talana neftê lê didome, piştî birîna daran niha jî bi dînamîtan tê tunekirin.
Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir.
Dewleta tirk bi balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike.
Rojnameger Ahmet Guneş ku girtî bû, piştî amadekirina îdianameyê hate berdan.
Ji bo tevlibûna mitînga 8’ê Sibatê ku li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin, li navçeyan derî bi derî xebat hatin meşandin.
Şaxa OHD’ê ya Rihayê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê saleke bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tahliyekirina girtiyan tê astengkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna bi gel re de axivî û bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî gotin û pratîk bin.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş di çalakiya li dijî tayînirina qeyûm de axivî û got ku qeyûmî avahiya şaredariyê veguherandiye qereqolê.
Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina endama koordînasyonê Hîva Erebo şermezar kir û got: “Em soz didin ku dê tola wê hilînin û şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinê bi ser bixin.”