DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
- rojane
- 13:19 19/2
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm li Enqereyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Qeyûmê di 15’ê Sibatê de tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, bersiva diyalogê ye.” Tuncer Bakirhan jî bang li îktîdarê kir ku dev ji zîhniyeta xwe ya tayînkirina qeyûm berde û ji bo çareseriyê nexşerêyekê pêşkeş bike.