Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
- rojane
- 15:41 11
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşanî gotina Erdogan a "kesên kes nizane bê kî ne" da û got: “Heke kirinên qeyûman baş bên vekolandin wê demê dê bizanin ev kes kî ne."
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşanî gotina Erdogan a "kesên kes nizane bê kî ne" da û got: “Heke kirinên qeyûman baş bên vekolandin wê demê dê bizanin ev kes kî ne."
Li Êlihê di roja 8’an de li dijî qeyûm meş hat lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan piştî meşê axivî û got: “Rêzdar Ocalan got ez ji bo her tiştî amade me. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da peyama rêzdar Ocalan.”
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de axivî. Şenyaşar, banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir ku dê li Êlihê li dijî qeyûm were lidarxistin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo aştiyeke birûmet em li qada mitîngê ya 17’ê mijdarê bin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û wiha got: “Qeyûm, derbeyeke li dijî aştiyê û demokrasiyê ye. Ev, pratîka derbeyê ye.”
Derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdemin îradeya gel xesp dikin.”
Çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Esenyurtê didome. Wekîlên CHP’î ketin hundirê şaredariyê.
Di deklarasyona mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin de wiha hate gotin: “Gelê kurd û siyaseta kurd ji teorî û pratîka birêz Ocalan bibawer e; tekane navnîşana çareseriyê û muxatabê wê jî birêz Ocalan e.”
Di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî li Adle Samur a 64 hatibû ferzkirin û tundî lê hatibû kirin. Ji bo serlêdana Samur biryara “neşopandinê” hate dayin.
Hevjîna serdozger Akin Gurlek ê lêpirsîna rê li ber tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê vekir dimeşîne Elîf Gulşah Gurlek weke endama SPK’ê hate tayînkirin.
Berdevk û rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla asayîşa PDK’ê ve bi darê zorê ji Hewlêrê hatibûn derxistin. 107 rojnameger, nivîskar û rewşenbîran li dijî vê rewşê daxuyaniyeke hevpar dan.
256’emîn hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî qirkirin, talankirin û diziyê LI BER XWE BIDIN” derket.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî weşand. Midûriyetê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir.
Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha gotin: “Qeyûm, di serî de hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Em ê rê nedin qeyûman û bi têkoşîna xwe wan bişînin.”