Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin

  • rojane
  • 16:16 19 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li Girtîgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakgerên Kurd li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya vekirî kirine. 

Hate diyarkirin ku aktîvîstên Kurd Nermîn Xuda Muradî, Hîkmet Seîdî û Kameran Resulî yên di Girtîgeha Sineyê de ne, beriya 4 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. 
 
Li gorî nûçeya ku di malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê de hatiye weşandin, her sê çalakvanên Kurd ên ku ji mafên bingehîn ên wekî dema dirêj a ragirtinê, hevdîtina bi parêzeran re û têkiliya bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin, 4 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakvanên Kurd beriya 2 mehan ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve bi biryara dadgehê hatibûn binçavkirin