ŞIRNEX – Şîna ku ji bo Firat Bayrak ê HPG’î li navçeya Silopiyayê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo Firat Bayrak ê ku di 29’ê Nîsana 2019’an de li Garê ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbatê ya li gundê Salatîna ya naveçeya Silopiya ya Şirnexê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û yên rêxistinên civaka sivîl û welatiyan hate ziyaretkirin.
Girseya ku li nêzî mala şînê civiya, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” meşiyan mala şînê.
‘EM Ê BIBIN LIYAQÎ TÊKOŞÎNA WAN’
Di serdana ku bi rêzgirtinê hate destpêkirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser têkoşîna Tevgere Azadiya Kurd a li dijî înkarê û got: “Îro di şexsê Argeş Cûdî de çîroka bi hezaran ciwanên Kurd, çîroka me ye. Wan ji bo azadiya vî gelî jiyana xwe ji dest dan. Ev gel dê xwedî li têkoşîna wan derbikeve. Gelê Kurd, îro bi saya têkoşîna wan tê naskirin. Li Rojava gelê Kurd, navê xwe bi cîhanê da hisandin. Ev yek bi têkoşîna wan a birûmet ve çêbû. Xwedî derketina vê pêvajoyê xwedî derketina têkoşîna wan ve pêkan e. Êşa malbatê ya e hemûyan e. Em ê liyaqî têkoşîna wan bin.”
Ziyareta şînê piştî diayan, bi dawî bû.