Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin

  • rojane
  • 14:00 9 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Der heqê Midurê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr ê ku li derveyî welate û dê vegere Stenbolê, biryara binçavkirinê hat dayîn.
 
Têkildarî Midurê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr ê ku dê îro vegere Tirkiyeyê, biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsîna li dijî kovarê de der barê Ozdemîr ê ku dê saet di 14.50’an de bi balafirê vegere Tirkiyeyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
 
ÇI QEWIMÎ BÛ?
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, têkildarê Kovara Lemanê ku dihat îdiakirin Hz. Muhammed di karîkaturekî de hatiye teswîrkirin, bi îdiaya “heqareta li nirxên olî kiriye" lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çavçoveya vê lêpirsînê de Midurê Karên Nivîsan Zafer Aknar, grafiker Cebraîl Okçû, xêzkarê karîkaturîst Dogan Pehlevan û Midurê Saziyê Alî Yavûz hatibûn girtin.