Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:23 9 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî ÎBB’ê de 10 kesên din jî hatin binçavkirin.
 
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) bi îdiaya “nelirêtiyê” dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya lêpirsînê de 10 kesên din jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes li ser îfadeya “şahidan” hatine binçavkirin.
 
Kesên hatine binçavkirin ev in: Ajokarê Serokê Kûluba ÎBB Sporê Fatîh Keleş Huseyîn Keleş, ajokarê Midurê Nivîsgeha Taybet a ÎBB’ê Sabrî Caner Kirca, ajokarê Şêwirmendê Serokê ÎBB'ê û Serokê Desteya Rivebir a MEDYA AŞ’ê Mûrat Ongûn Kadîr Ozturk, Mûstafa Bostanci, Hesabgêr Zafer Çîmen, karsaz Salîh Îlhan û Bûlût Aydoner, xebatkarên Agaç AŞ’ê Fatîh Yagci, Mûrat Or û Umît Polat.