ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 9 Tîrmeh 2025
  • |
img
* Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin destnîşan kir ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo avakirina demokrasiyê girîng e û got: "Divê hemû aktor bi têgihîştineke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin." 
 
* Ji Koordînasyona Rêxistinkirinê Azîz Ozkan ku "Civînên Civaka Demokratîk" ên li Amedê nirxand, got ku xwedîderletineke zêde ji bo pêvajoyê heye, lê wekatî di warê baweriya bi dewletê de bi fikar in. 
 
* Navê "Bazara Îranê" ya li Wanê ku berhemên ji Îranê tên anîn lê tên firotin, li ser daxwaza jinan wekî "Bazara Jinan" hat guherandin. 
 
* Meclisa Jinan a KESK a Antalyayê Devrîm Molê destnîşan kir ku di danûstandinên TÎS'ê de jin hatine paşguhkirin û got ku divê wekheviya zayendî were misogerkirin.
 
* Parlamenterê fransî Carlos Martens Bilongo diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo wî girîng e û got ku mijara sereke ya pêvajoyê piştî bêçekkirina PKK'ê ye. Rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi jî got: "Abdullah Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevarayê îroyîn e. PKK çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide."
 
* Hevberdevka Dîplomasiyê ya DBP'ê Hafîze Îpekê diyar kir ku divê hemû rêxistinên kurd ji bo yekîtiya neteweyî li ser bingeheke hevpar bicivin û got ku divê kurd li her derî ji bo yekîtiyê bi berpirsiyarî tevbigerin.
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku jin di têkoşîna aştiyê bi hev re ne û banga Abdullah Ocalan modêleke aştiya mayinde pêşkeş dike. 
 
* Rojnameger Zeynep Boran têkildarî planên Tirkiyeyê yên piştî HTŞ’ê li Sûriyeyê dixwaze bixe meriyetê û got: “Artêşa Tirk ji bo li bajar û navçeyên qeraxê serwer be dê baregehan ava bike. Dixwaze bi vê planê xeta stratejîk a Behra Spî bixe bin kontrola xwe.” 
 
* Endamê Meclisa Tenduristiyê ya HDK’a Îzmîrê Erhan Morkoç li ser bandora şer li tenduristiya gel dike sekinî û got: “Rêxistinên tenduristiyê divê ji bo aştiyê gotinên xwe bikin û daxilî pêvajoyê bibin.” 
 
* Danişîna doza Seroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Şaxa OHD’a Antalyayê dê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Doşemealtiyê daxuyaniyê bide. (13.30)