‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’

  • rojane
  • 15:36 2 Mijdar 2024
  • |
img
DÎLOK - Li Dîlokê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire.”
 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dîloke têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê Hacer Ayhan wiha got: “Berxwedana Kobanê li dijî zilmê û tarîtiyê sembola serkeftina azadî û ronahiyê û weke têkoşîneke mezin a gelê kurd ji bo mirovahiyê bedelên giran dan derbasî dîrokê bû.”
 
Ayhan, bi bîr xist ku niha jî êrişî Kobanê tê kirin û wiha got: “Em van êrişan qet qebûl nakin. Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire. Em ê bi baweriya vê ronahiyê tu caran dest ji mafên xwe û destkeftiyên xwe bernedin.”