NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa NADA’yê bang li hemû jinan kir ku li dora daxwaza azadiyê de bibin yek û wiha got: “Çareseriya hemû pirsgirêkan girêdayî azadiya jinê ye. Ev, nifteya çareseriyê ye.”
Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur (Tifaqa NADA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25’ê Mijdarê ji bo ragihandina asta tundiya li jinan tê kirin û ji bo tevgerên rizgariyê yên jinan xwe dîsa ber çav re derbas bikin, firsendek e.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Her sal di 25’ê Mijdarê de, em Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinê ya Navneteweyî li ser bingeha zayendî silav dikin ku ev yek bangeke jinan e ku rewşa xwe li çaraliyê cîhanê binirxînin û derfetek e ku binpêkirinên bi her şêweyî ronî bikin. Roj roja ragihandina asta tundiya li dijî jin û derfetek ji bo hemû tevgerên azadiya jinê ku xwe binirxînin, bi taybet tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, herêmek ku şahidiya geşedanên siyasî, leşkerî û meydanî yên bi hev re girêdayî ye. Qeyranên ku bi giştî bûne taybetmendiyeke girêdayî bi welatên herêmê ve.
ÇARESERÎ AZADIYA JINÊ YE
Jin di bin rejîmên totalîter, otorîter de dijîn, ji ber pîvanên olî û qanûnên neolîberal hatine xeniqandin. Di çarçoveya qeyranên bingehîn de, ew diêşin tundiya nav malê, bêparbûna ji xwendinê, nebûna pêşkeftina domdar û dadmendiya civakî û binpêkirin û/an bêparkirina mafên xwe dibin. Krîz û şerên ku li herêmê diqewimin, ne tenê aliyên siyasî û leşkerî ne, lê di serî de krîzên aborî, civakî û hizrî ne û bûne sedema zêdebûna tundiyê bi hemû şêweyan, lewra jin bûne qurbaniyên şer û alaveke di destê hemû aliyên nakok de ye û di encamê de rastî destavêtin, tacîz û tundiyê tên. Ji bo piştrastkirina vê yekê îşaret bi şert û mercên jinan ên li Sûdan, Iraq, Filistîn, Kurdistan, Yemen û Sûriyeyê bes e. Pirsgirêka jin li herêmê (Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê) dikeve rêzên jêrîn ên pirsgirêkan û mafê xwe yê tam nagirin ku were ronîkirin û balkişandina li ser were meşandin. Ji ber vê yekê civak û sîstem jî di nava kulmek pirsgirêkan de dikevin, ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkên heyî bi neçarî bi çareseriya pirsgirêka azadiya jinê ve girêdayî ye, ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û kilîta çareseriya hemûyan e. Ji ber vê yekê, bêyî ku li ser koka têgînên dualîteyên desthilatdar ên wekî (desthilatdarî û koletî, serdestiya egoya zilam a serdest li hemberî objekirin û kirdekirina jinê, serdestiya mêraniya desthilatdar û jinbûna bindest... ), ne mimkûn e ku meriv desthilatdariya baviksalarî were çareser kirin û ne jî li ser bingeha wekheviya rastîn a di navbera zayendan de demokrasiyek rast were avakirin.
JIN DI ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE BÛNE HEDEFA YEKEMÎN
Di serdema şoreşa teknolojî û zanistî û gerdûnîbûnê de, mirovahiyê di keşf û dahênan de gavên girîng avêtine. Lêbelê, jin ji ber xirabûna şert û mercên giran berdewam dikin. Bi rastî jin di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bûye hedefa bingehîn. Amar û lêkolînên li ser binpêkirinên li ser jinan hovane ne. Raporên hêja yên navneteweyî diyar dikin ku di nava salê de her 10 deqîqeyan jinek tê kuştin. Welatên ku hîna li ser mafên jinan ên perwerdehiyê nîqaşan dikin û yên din hîn jî têdikoşin ku mafên herî bingehîn ên jinan di qanûnan de cih bigirin.
25’Ê MIJDARÊ JI BO JINAN DERFETEK E
25’ê Mijdarê, derfetek e ku em tecrubeyên têkoşînên jinan jî raber bikin. Em wek Hevgirtina Nada (Hevgirtina Jinên Demokrat ên Herêmê) tenê dikarin bîranîna hemû jinên têkoşer ên dîrokê silav bikin û wêrekiya wan kesên ku rûbirûyê rejîmên nedadperwer bûne û heta niha jî ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin nas bikin. Têkoşîna jina îro hêza jinê û hêza wê ya guhertina rastiyê nîşan dide û destnîşan dike ku bi qasî dekadabûna jiyanê, lehengî jî mezin e. Tişta ku îro jin bi dest dixin xwedî bandorek mezin e, ji têkoşîna li dijî pergala gerdûnî ya ku li ser berhevkirina sermaye û şeran hatiye avakirin, bi têkoşîna olên siyasî yên desthilatdar, heta bi hemû şêwazên têkoşîna li dijî terorê û dijberiya hemû têgîn û baweriyên zilamtiyê yên kevnar, dest pê dike.
WERIN EM VÊ ROJÊ BIKIN PLATFORMA YEKKIRINA ARMANCA HEMÛ JINAN
Ji ber vê yekê li ser navê Hevgirtina Nada em dibêjin; Werin em vê rojê bikin platforma yekkirina axaftin û armanca hemû jinan; Werin em bigihîjin û xurtkirina demokrasiyê wekî amûra bingehîn a çareseriya pirsgirêkên civakî; Werin em peyvê bi teoriyên kûr re bikin yek; Werin em vîn û îradeya xwe bi rêxistinên xwe yên jinan re bikin yek. Werin em stûyê xwe ji şûrên mêraniyê rizgar bikin. Bila ewlekarî û xweparastina me di destê me de be.
BANGA KONFEDERALÎZMA JIN A DEMOKRATÎK A HERÊMÎ Û CÎHANÎ
Her wiha em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku di bin sîwana projeya ‘Konfederalîzma Jin a Demokratîk a Herêmî û Cîhanî” de tifaqan xurt bikin, têkiliyan xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku bi hev re û bi bandor bixebitin, dengê xwe bi dengekî bilind û bi hev re bilind bikin da ku cîhanek bê şîdet ava bikin, ku tê de aştî û ewlekarî serdest be û jin tê de li gorî felsefeya dirûşma cîhanî ji hebûna xwe kêfxweş bibin. Jin, Jiyan, Azadî. Werin em têkoşînê bidomînin û guhertina ku em lê digerin bi dest bixin! Nemirî ji bo şehîdên gotina heqîqetê!”