Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
- jin
- 15:36 27
Di nava 5 mehan de li Wanê herî kêm 9 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci diyar kir ku bêyî lêpirsîneke baş were kirin, mirinên jinan di bin navê “întîhar”ê de tên paşguhkirin.
Şîlan Emînoglû ku di nava Însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê de cih digire diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi komxebatê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ez bawerim yekitiya jinan wê bandorên girîng li vê pêvajoyê bike."
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr daxwaza avakirina komîsyoneke ku jin karibin yekser tev li komîsyona parlementoyê bibin pêşkêş kir û got ku divê ji bo tevlibûna jinan a pêvajoya ku bi banga "Civaka Aştî û Demokratîk" dest pê kiriye bingehek bê avakirin.
Di encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê de bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.”
TJA dê di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar bixe. Çaglar Demîrel a TJA’yî got ku ew ê ji bo avakirina civaka demokratîk, hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin.
“Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê” ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, bi konsera hunermend Xecê bi dawî bû.
Di “Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî ên Demokratîk” ku di roj in li Amedê didome de jinan bal kişandin ser têkoşîna jinan a di aştiya civakî û rola wê ya di rêveberiyên herêmî de, polîtîka û mekanîzma hatin nîqaşkirin û plansazî hate amadekirin.
Hejmara 117’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedêl, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê” derket.
Bavê Rojîn Kabaîş a ku bi ser mirina wê ya bi guman re 8 meh derbas bûne, Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku pêvajo tê dirêjkirin, tu agahî bi wan re nayên parvekirin û dozger têkildarî dosyayê tiştekî zelal dernaxîne holê.
Jinên beşdarî ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bûn, banga zêdekirina bernameyên bi vî rengî kirin.
“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê” ku dê 3 rojan bidome, dest pê kir.
Di cînayetên jinan de daxistina cezayê ya bi hinceta “arandina nerewa” cisaretê dide faîlan. Parêzer Gozde Onal, bal kişand ser biryara di doza Pinar Gultekînê de û got ku heke Dadgeha Bilind biryareke neyînî bide ev yek dê bike ku îfadeyên jinan sûcdar dikin zêde bibin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşker û polîsan kirin û gotin: “Werin ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî nîqaşên ser avakirina komîsyona têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku divê jin di komîsyonê de pêşeng bin.