STENBOL - Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re, nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî cenaze û sersaxiya endamê HPG'ê Ferhat Tûnç da û wiha got: "Destwerdanên li cenazeyan, zirarê dide pêvajoyê. Divê êrîşên ku cenazeyan dikin hedef tavilê bên rawestandin û ji şînê re hûrmet bê nîşandin."
Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re têkildarî êrîşên polîsan ên li dijî cenaze û taziyeya endamê HPG'ê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku di 30'ê Hezîrana 2017'an de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de ku bi mudaxeleyên li ser cenazeyan zirarê dide pêvajoya aştiyê.
Hat diyarkirin ku êrîşa polîsan a li hember cenazeyê Ferhat Tûnç nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Mudaxeleya polîsan a li hember taziyeyê, binçavkirina birayê wî ji ber hilgirtina wêneyê wî û astengkirina mizgefta ku ji aliyê cemaetê ve hatiye çêkirin, girtina wê ji bo taziyeyê, hewldanên afirandina atmosfereke aştiyane bi awayekî cidî tehdît kirine. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya şikestî de, parvekirina li êşê û wergirtina şînê bi rêzdarî, şertê herî bingehîn ê wijdanê hevpar ê civakê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hat kirin ku êrîşên li hemberî taziyeyan demildest bi dawî bibin.