ŞIRNEX - Zaroka bi navê Elîf Korkut a 8 salî ku hat îdiakirin li bajarokê Gîte yê Silopiyayê kete Çemê Hezilê, jiyana xwe ji dest da.
Zaroka 8 salî Elîf Korkut ku hat îdiakirin li devera germavê ya bajarokê Gîte yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ketiye Çemê Hezilê, jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Elîf Korkut tevî malbata xwe çûbû seyranê û malbatê zaroka xwe di avê de bêhereket dît. Bi agahdarkirinê re, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman, piştî mudaxileya ewil, Elîf Korkut rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Tevî hewldanan jî Elîf Korkutê jiyana xwe ji dest da.