AMED – Li Taxa Huzurevlerî 2 kesên ku xwe wek polîs dan nasîn gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Yunus Emre Yeşîlmen xwarin, sîxûrtî ferz kirin. Yeşîlmen têkildarî gef û ferzkirina sîxûrtiyê serî li ÎHD’ê da.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Yunus Emre Yeşîlmen di 4'ê Tebaxê saet di 13.30'an de dema li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê rojname belav dikir ji aliyê 2 kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hat tehdîtkirin. Herdu kesan hewl dan bi darê zorê Yeşîlmen li wesayîtê siwar bikin, li dijî gefa polîsan Yeşîlmen serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.
Yeşîlmen diyar kir ku polîsan bi wesayîteke gewr li pêşiya wî girtine, bêyî ku nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan bidin Lêgerîna Agahiyê ya Giştî (GBT) kirine.
Polîsan ji Yeşîlmen re gotine dê çend wêneyan nîşanî wî bidin û dema Yeşîlmen ev daxwaza polîsan qebûl nekiriye hewl dane bi darê zorê wî li wesayîtê siwar bikin. Yeşîlmen wiha axivî: “Min ji polîsan re got ev hewldana revandinê ye û ez siwar nabim. Piştre sekinîn. Ger li wesayîtê siwar bibûma dibe ku îşkence li min bikirana.”
Yeşîlmen anî ziman ku piştre sîxûrtî li wî ferz kirine û wiha got: “Ji min re gotin dayik û xwîşka te li Edeneyê di nav xebatên partiye de ne û pirs kirin tu endamê partiyêyî an na? Tu li mala çapemeniyê dimînî, li hemberî avahiya emniyetê ye, tu her sibeyê li malê derdikevî û rojnameyê belav dikî. Tu bi kê re diaxivî, em hemûyan dizanin. Em biçin kafeyekê rûnên û van mijaran biaxivin. Ez li hemberî wan derketim û min got hûn karê min asteng dikin. Piştî GBT’ê çûn.”
Yeşîlmen da zanîn ku bi pêkanîneke derhîqûqî re rû bi rû maye, serî li ÎHD’ê daye û dê serî li hemû rêyên hiqûqî bide. Yeşîlmen herî dawî got ku dê karê belavkirina rojnameyê bidomîne û paşve gav navêje.