AMED - DFG’ê, di rapora xwe ya meha Tîrmehê de bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û xwest ku astengiyên li pêşiya rojnamegeran a çûna Îmraliyê bên rakirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Tîrmeha 2025’an aşkera kir. Di raporê de hate destnîşannkirin ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hêviya demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê dîsa zindî bûne.
Di rapora xwe de DFG’ê wiha got: “Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên pê re rû dane, hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir. Azadiya çapemeniyê di welatekê de ji bo rewşa demokrasiyê diyar bike, ji mijarên herî girîng yek e. Lê belê li Tirkiyeya ku demokratîkbûn tê axaftin, êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî, bi zêdebûnê berdewam kirine.
ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN
Di meha Tîrmehê de jî rojnamevan ji ber rojnamevantî kirin, hatin binçavkirin, ji ber birîna daran, nelirêtiyan kirin nûçe û ji ber hempîşeyên xwe bi bîr anîn, der barê rojnemevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di meha Tîrmehê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin. Fûrkan Karabay hêj îdianame jî ne di holê de ye, bi awayeke derveyî hiqûqî hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ercument Akdenîz ê di meha Sibatê ve girtî ye, tevî ku di danişîna ewilê de tu delîl nîn in, ji ber ‘şahid’ nehatin guhdarkirin, nehate berdan. Di roja dawî ya meha Hezîranê de desthilat piştgirî da êrişên li dijî Kovara Lemanê û pênc xebatkarên Lemanê dan girtin, derbarê kovarê de, biryara komkirinê da û lêpirsîna aborî da destpêkirin.
DOZA ÇAPEMENIYÊ YA KCK’Ê
Di meh a Tîrmehê de ji 30 dosyeyan, darizandina 84 rojnamevanan hatiye berdewamkirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamevanên jê tên darizandin û ev 13 sal e berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCKê ye. Ev doz ev 13 sal e di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de, weke nîgareke reş, disekine. Der barê 6 rojnemevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsînek veguhezî dozê. Der barê 8 rojnamevanan de 8 sal û 4 meh û 25 roj ceza û 40.500 lîre cezayê îdarî yê pere hate birîn.
RTÛK BÛYE AMÛREKÊ GEFXWARINÊ
Di meha Tîrmehê de jî sansur berdewam kir, biryarên RTUK’ê yên derveyî demokratîkbûnê, bû amûreke gefxwarinê. RTUK’ê der barê kanalekê de 10, der barê kanalekê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê da, der barê 2 kanalan de jî cezayê pereyan birî. Di meha Tîrmehê de 45 malperên înternetê hatin girtin, der barê 10 nûçeyan û der barê 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn.
DIVÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA ÇAPEMENIYA AZAD BÊN RAKIRIN
Agahiyên ku me li jorê parve kirine, ji daneyan bêhtir nîşaneya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo hêviyên aştiyê bigihin serkeftinê, divê hemû astengiyên li pêşiya çapemeniya azad demildest werin rakirin. Qanûnên sansurê yên li pêşiya çapemeniya azad, Qanûna Sîxûrtiya Bandorê divê were rakirin. Divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTK’a bûne amûreke cezakirinê yên AKP’ê, veguhezin avabûnên demokratîk. Bi qasî ku ev daxwazên me hatin bersivandin hem dê di hêla azadiya çapemeniyê bi pêş bikev hem jî dê ev yek hêz bide demokratîkbûna Tirkiyeyê.
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA HEVDÎTINA ROJNAMEGERAN A BI OCALAN RE RAKIN
Em piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Devlet Bahçelî daye destpêkirin û bi gavên şênber ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş dikeve. Ji bo ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Abdullah Ocalan re, divê demildest werin rakirin. Rojnamevan neynika civakê ne û ji bo ev pêvajo bi gel re were ba hev, rola rojnamevanan di girîngiya jiyanî de ye. Li ser vê esasê, êm ê parastina rojnamevantiyê û avakirina civaka demokratîk de di rola pêşengtiyê bidomînin.”
DFG’ê di rapora xwe de diyar kir ku di vê mehê de 8 rojnameger hatine binçavkirin, 5 rojnameger hatine girtin, li rojnamegerekî îşkence û miameleya nebaş hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin, 2 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin, li girtîgehan mafên 6 rojnamegeran hatine binpêkirin, der heqwê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li rojnamegerekî doz hatiye vekirin, li 7 rojnamegeran bi giştî 8 sal û 4 meh û 25 roj cezayê hefsê û 40 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye birîn, 84 rojnameger di 30 danişînan de hatin darizandin. DFG’ê da zanîn ku niha 34 rojnameger (Ji 3’yê Tîrmehê heta niha) girtî ne.