ENQERE - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li dijî îşkence, muameleya nebaş û astengkirina berdana girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, hevdîtin bi girtiyan re kir. Eren ku piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyanî da, destnîşan kir ku li girtîgehê muameleya nebaş û îşkence heye.
Eren ku hevdîtina bi girtî Omer Salih Cûma re ragihand, got ku gardiyanan di dema lêgerîna qawîşê de îşkence li Cûma kirine. Eren ragihand ku şeveqê zû û derengê şevê bi ser qawîşa de tê girtin û di lêgerînê de gardiyan bi nebaşî tevdigerin û got ku di heman demê de girtiyên divê bên berdan jî, bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wan tê astengkirin. Eren ragihand ku berdana gelek girtiyan hatiye astengkirin û got: "Daxwaza girtiyan a ji bo sewqkirina nexweşxaneyê esas nayê girtin. Hin girtî hene, salek e neçûne nexweşxaneyê. Girtiyên siyasî daxilî nava çalakiyên civakî û hunerî nayên kirin. "
Eren parve kir ku girtiyên bi îdiaya heman sûcî hatine girtin, çûna qawîşên din li wan tê ferzkirin û ev yek wekî şertekî berdanê tê nîşandan û got: "Ji ber pêkanînên dermirovî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye."
'DIVÊ WEZARETA DADÊ TEVBIGERE'
Eren da zanîn ku girtiyan bi komên ji 3 kesan pêkhatî bi awayekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kiriye. Eren got: "Heya ev pêkanîn hebin dê çalakiya xwe bidomînin. Dest ji van pêkanînan berdin, zirarê didin 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk'. Lewma divê demildest dest ji van pêkanînên neheq bê berdan û ji holê bên rakirin. Divê Wezareta Dadê, ji bo vê tevbige