AMED - Meclisa Ekolojiyê ya Amedê di encamnameya xwe de got: “Bi avakirina komun, komîsyon û meclisên li hemû herêman tên avakirin re em bi awayekî rêxistinkirî xwezaya xwe biparêzin.”
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê di 15’ê Hezîranê de bi civînekê avakirina xwe ragihand. Meclisê, encamnameya civîna xwe aşkera kir. Di encamnameyê de hate gotin ku: “Di vê qonaxa ku em hatiye de em dibînin ku desthilatdariya zilamî, feraseta destilatdarî û hêrsa bêdawî ya kar û reqabeta endustrîyalîzmê û pêkhatiya serdest ya netew-dewletan, cihana me xistiye rewşek ku êdî nêbe jiyan kirin. Texrîbata civakî û ekolojik hatiye astek wisa ku serdema gellek qeyranan tê dijîn ku êdî tamîrkirina wan hema hema ne gengaz e. Em bi her awayî şahidiyê dikin ku pergalên heyî qeyranan diafirînin û bi zêdekirina wan li ser linga dimînin, wekî ku bajarên penceşêrê, pêkanînên dij-demokratîk, nijadperestî, tundûya li dijî jinan, koçberiyên bi darê zorê, civakên îzolekirî û bêkar, zehmetiya gihîştina xwarinê, ekosîstemên guherbar, cûreyên zindîyan yê windabûyî û qeyrana avhewayê vê yeke derdixîne pêş.”
‘ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK LI SER XWEZAYA ME HENE’
Bi domdarî di encamnameyê de wiha hate gotin: “Serdestiya ji aliye kapîtalîzmê ve li ser xwezayê tê kirin, li ser hemû jiyana civakî encamên neyînî yên giran derdixîne. Ji ber vê sedemê, pêkhateyên me yên bi dirûşma ‘Rêya jiyana ekolojîk, bi aştiya civakî derbas dibe’ hatibûn civînê, ji bo ev serdestî ji holê rabe, ji bo civakîbûna hîn bêhtir mezin bike û ji bo ku qirkirina li hemberî ekolojiye ev tespît û pêşniyarên li jêr kirin. Bi vî awayî, wekî seranserî hemû cîhanê, ji aliye hêzên kapîtalîst li ser erdnîgariya me jî êrişên sîstematîk û texrîbat li ser qadên jiyana gel, axa wan û bi giştî li hemberî hemû xwezaya wan bi awayekî dijwarî dimeşin.
DIVÊ XWEZA BI TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINKIRÎ WERE PARASTIN
Aşkera ye ku têkoşîna li dijî hilweşîna ekolojîk û civakî ya ku heta niha bi bertekên parçebûyî, belavbûyî yan jî bi bertekên sînorkirî yên şexsî hatiye meşandin û ev yek li dijî pergala hilweşîna sîstematîk û rêxistinkirî têrê nake. Ji ber sedemê, pirr girîng e ku em xwezaya xwe bi komun, komîsyon û meclisên ku li hemû herêman werin damezirandin bi awayekî rêxistinkirî biparêzin û bi herêmî ber bi asta gerdûnî rêxistinbûyînê bikin. Lewra karesatên civakî vediguherin karesatên jîngehê, û karesatên jîngehê vediguherin karesatên civakî. Divê civak êdî vê rewşê di zûtirîn demê de bisekinîne.
JI BO JIYANA EKOLOJÎK AŞTÎ PÊDIVIYEK E
Li erdnîgariya Kurdistanê ji ber şerên ku bi dehan sale diqewime, wêrankirina ekolojîk di van salê dawî de bêhtir bûye û divê têkoşîna ekolojîk qada herî girîng a vê xebatê be. Divê pêvajoya aştiyê ya ku di vê çarçoveyê de tê nîqaşkirin em xwedî lê derkevin û divê were fêmkirin ku jiyana ekolojîk ji bo aştiyê pêdiviyek e. Aşkera ye ku şer hewl dide ku qadên jiyanê, civak û bi taybetî jî xwezayê wêran bike û wêraniya ya herî mezin li ser xwezayê pêk tîne. Birîna daristanan ya bi sedema ‘ewlehiyê’ û komkujiya xwezayê, mînakên aşkera yên şer çawa wêrankirina ekolojîk çêdike di nav xwe de dihewîne. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna ekolojiya civakî di heman demê de têkoşîneke li dijî şer e jî. Ji ber ku şer bandoreke kûrtir li ser qeyrana ekolojîk dikin, gel neçar dike ku ji cihên jiyana xwe koçber bibe û wan li bajaran mehkûmî xizanî û birçîbûnê bikin.
TÊKOŞÎNA JINAN Û YA EKOLOJIYÊ HEVDÛ TEMAM DIKIN
Serdestiya civakê ya li ser xwezayê û serdestiya mêr ya li ser jinê, hevdû xwedî dikin. Têkoşîna yekbûyî ya jinan û ya ji bo ekolojiyê, dê bike ku serdestiya li ser xwezayê rabe û di vê mijarê de dê bi xwe re pêşketineke cidî bîne. Ji ber vê sedemê; hate teqezkirin ku her du têkoşîn ji hev nayên veqetandin û hevdû temam dikin. Desthilatdariya siyasî, sermayeya herêmî û ya navnetewî, tevahiya welêt pêşkêş dike û di heman demê de deverên ku bi hezaran cure zindî lê dijîn jî bê jînbar dike. Xweşikiyên me yên xwezayî, çiya, deşt û erdên me ji bo kanên kevir û madenên zêr bi sedan cihî de tên pêşkêşkirin. Li herêmên wekî Cixsê, Pirejmon, Kasor, Gavgas, Çomçelî ku wêrankirina ekolojîk lê dijwar e, welatiyên herêmê û gundî û nûnerên saziyên sivîl ên li van herêman dixebitin, bi hev re li dijî wêrankirina xwezayê, wêrankirina qadên jiyanê û koçberiya bi darê zorê ya gel, ya ku ji aliyê şîrketên herêmî û ya navnetewî tê meşandin, dê têbikoşin. Ji ber vê sedemê, bi israr hate gotin ku çalakî û çalakiyên girseyî yên ku li herêm û gundên ku hilweşîn lê tê jiyîn werin kirin, divê di asteke encamgir de bên kirin û li ser bingeheke rast û bi çalakiyên curbecur ji raya giştî ya cîhanê re werin nîşandan.
TALANA EKOLOJÎK GEL NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKE
Bi çavbirçîtiya karê wêrankirina deverên daristanên me ji aliye şîrketên sermayeyê ve hemû qadên jînê ji holê radibin. Bi vî awayî birîna daristanan, wekî polîtîkayeke li ser tevahiya civakê tê meşandin. Wekî din bi taybetî lêgerînên di bin navê petrolê û madenan de tên kirin û HES û GES deverên çandiniyê bêkêr dikin û qadên aborî yên civakê bi awayekî giranî têne sînordarkirin. Talankirina qadên jiyanê ya zindiyan rê li ber tunebûna sewalkariyê vedikin û li hinek herêman sewalkarî û mêşvanî hatiye ber asta qedînê. Ev rewş dike ku civaka bi hezaran sala ye li ser xaka xwe dijî koç bike, êdî nekare di warê aboriyê de debara xwe bike. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, divê em çalakiyên encamgir li dar bixin û divê bi taybetî jî xebata kooperatîfî were kirin da ku wek modelên aboriya ekolojîk her derê cîbicî bibin.
DÊ AKADEMIYA EKOLOJIYÊ BÊ AVAKIRIN
Em dizanin ku têkoşîna civaka ekolojîk, encax bi asta derbaskirina navendparêziya mirovî û navendparêziya xwezayî bê destgirtin ku bi avakirina rêkûpêka civakek ya bê hiyerarşî, bê çînan û bê îstîsmarî gengaz e. Li ser vê bingehê; pêwîste em perspektîfa civaka ekolojîk ku rêya me wê ronî bike bixin rojeva xwe. Û di nav meclisa xwe de, di serî de bi avakirina akademî û komîsyonên rêxistinî em wekî din komîsyonan ava bikin ku asta civakîbûnê bêhtir pêş bixin. Ji bo pêşxistina feraset û sergehiştina di qada civaka ekolojîk de û tevlikirina pêvajoya avakirina civaka ekolojîk, hewceye em li ser perwerdeyê bisekinin. Di encama civîne de, di xebatên pêşerojê de di nav meclisê de behsa avakirina akademiya ekolojîk hatiye kirin.
* Di serî de wêrankirina cureyên biyojîk, av, hewzên avê, ax û hewa jî di nav de texrîbatên her cure ku li ser qada jiyanê tê kirin were nexşekirin, bi awayekî ku bikaribe bi rêkûpêk were dîtin û nûjenkirin, şopandin û plansazkirin.
* Dema ku qadên jiyanê tên parastin, wekî têkoşîna rewa ya çalak, rêxistinkirina refleksên civakî û pêkanîna prosedurên darizandina hiqûqî, pêwîste li gelek aliyan têkoşîn were kirin.
JI BO ZAROKAN PÊŞNIYARA PERWERDEHIYA PEDAGOJÎK A BI PRENSÎBÊN EKOLOJIYÊ
* Divê em hebûnên jiyanî yên civakê yên wek enerjî, av û axê bikin hevpar û li dijî serdestiya li ser wan em li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. Ji bo derbaskirina eko-fobiya ku zarok dijî, divê bernameyeke perwerdehiya pedagojîk a bi prensîbên ekolojîk ve were çêkirin da ku zarok têkiliyek bi xwezayê re ava bikin.
* Divê xebat werin kirin da ku zarok ji xwezayê hînbûyinê fêr bibin.
* Ji bo belavkirina pêkanînên karê lihevkirî û misogerkirina hevrêziya di nav meclisê de ji aliyên pêkhateyên xwe pêşniyar kirin ve hevrêziyek meclisê ya ku ji nûnertiyek wekhev pêk dihat, hatin hilbijartin.
* Biryar hate dayin ku meclis her sê mehan carekê bicivin. Rêxistinkirina meclisên li dora nirxên komunal ên demokratîk bên avakirin ku wekî jehrkuja wêrankirina ku ji hêla şaristaniya kapîtalîst a dewleta çînî ve çêdibe ye û ev rê wekî yekane rêya derketinê li dijî vê xerabiya rêxistinkirî li ber me disekine.
* Civaka ekolojîk a demokratîk encax li ser vê bingehê dikare were avakirin.
* Ji bo ku hemû beşên civakê xwe tê de îfade bikin û avakirina wan a li bajar û navçeyan saz bibe, pêkhateyên meclisê berpirsiyariya rêxistinkirina xebata meclisan girtin ser xwe.