STENBOL - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şand û got: “Em di wê baweriyê de ne ku divê zimanê tê bikaranîn hêviyê bide. Axaftina ser aştiyê, daxwazkirina aştiyê û avakirin aştiyê berpirsyartiya me tevan e.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo konferansa Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ku ya bi navê “Vekirina Rêya Aştiyê” tê lidarxistin, şand.
Ozel, di peyama xwe de wiha got: “Aştî ne tenê bidawîbûna pevçûna ye; tesîskirina edaletê, naskirina mafan û avakirina pergaleke civakî ya ku hemû gel û derdorên cuda bi hev re dijîn e. Aştiyeke rast û mayinde, li ser rêgezên azadî, wekhevî û rêzgirtina li hemberî hev dikare bê avakirin. Bingeha aştiya civakî; demokrasiya piranîparêz, feraseta rêvebirina beşdar, serweriya hiqûqê û parastina mafên mirovan a di çarçoveya nirxên gerdûnî de ye. Her gava li dora van nirxan tê avêtin, ji bo pêşeroja tevahiya civakê jiyanî ye. Weke CHP’ê em di wê baweriyê de ne ku divê zimanê di vê pêvajoyê de tê bikaranîn zimanekî hevgirtinê, berfireh û zimanekî hêviyê dide be. Axaftina li ser aştiyê, daxwazkirina aştiyê û avakirina aştiyê, berpirsyartiyeke hevpar a me teva ye. Hêvîdarim ev hevdîtina watedar, diyaloga civakî xurtir bike, zemîna hevfêmkirinê ava bike û îradeya hevpar a ji bo pêşerojeke aştiyane xurt bike.”