ARTVÎN - Rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di 13’ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Artvînê de rojnameger Semra Pelek, Ozan Cirik, Eylem Yilmaz, Dîcle Başturk û Melîse Efe ku ji bo Frankfurter Allgemeine Zeitungê wergêr dike, li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rojnamegerên binçavkirî sewqî Edliyeya Artvînê hatin kirin. Karûbarê îfadegirtinê yê rojnamegerên a li dozgeriyê didome.
Parêzerên rojnamegeran gotin ku ji bo dosyayê biryara bisînorkirinê hatiye dayin û gotin ev yek astengkirina mafê parastinê ye.