ÎDIR- Mehmet Abay yê ku keça wî di şerê li hember DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku gelê Kurd rexmê êşên mezin aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê hewcedarî bi jidilbûnê heye û xwest ku dewlet ji bo aştiyê gav biavêje.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ve hêviyeke mezin ji bo gel ava kir. Herî zêde malbatên ku di şerê 50 sal in didome de zarokên xwe winda kirin piştgiriyê didin bangê. Malbatên ku rastiya şer jiyane ji bo aştiyê li benda avêtina gavên demokratîk in.
Yek ji van malbatan jî malbata Dîlan Abay e. Dîlan Abay, di sala 2010’an de tev li PKK’ê bû, demekê di nava PKK’ê de têkoşiya, bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê re derbasî bajarê Kobanê bû. Dîlan Abay, di 15'ê Cotmeha 2014'an di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de di teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest da. Dîlan Abay, di 14’ê Adara 2015’an de li gundê Têcirê hate definkirin.
Bavê Dîlan Abayê, Mehmet Abay ku li gundê Têcirê yê Îdirê dijî, têkildarî banga Abdullah Ocalan û pêvajoyê axivî. Abay, diyar kir ku divê malbatên Tirk û Kurd ên ku zarokên xwe di şer de windakirine bên cem hev û bibin dengê aştiyê.
‘EM ÇAVERÊ NE KU PÊVAJO BI ERÊNÎ ENCAM BIBE’
Abay, bibîr xist ku gelê Kurd êşên mezin kişandine û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertiyê, daxuyaniyeke dîrokî ye. Wek bavê şehîdekê ya ku em li hêviyê bûn, ev bû. Îro em naxwazin êş bikeve nava malbatên leşker, polîs û gerîla. Bila êdî kesek zarokên xwe winda nekin. Em çaverê ne ku pêvajo bi êrênî biencam bibe.”
Bi domdarî Abay destnîşan kir ku divê di vê pêvajoyê de dayik û bavên her du aliyan piştgiriyê bidin aştiyê û wiha pê de çû: "Welatiyên me dimirin. Helbet sedemên vê yekê hene. Kesek belasebep naçe mirinê. Divê sedemên esasî yên şer bên çareserkirin. Îro li ser çekdanînê tê axaftin. Em jî dixwazin çek bên berdan lê divê em li ser çareseriyeke hevpar lihev bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên gav bên avêtin.”
‘KURD DIKARIN BIBIN HER TIŞT LÊ NIKARIN BIBIN KURD’
Abay, gotina kesên dibêjin “Ma çi yê Kurdan kêm e, di her derê de cih digrin” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Belê rast e hinek Kurd dikarin li her derê de cih bigrin lêbelê yê bibêje ‘ez Kurd im’ bi tu awayî hebûna wî nayê qebûlkirin. Kurd dikare bibin her tişt lê nikarin bibin Kurd. Mînak ez jî Kurd im lê ji bo çi ji kar hatim avêtin? Du zarokên min hene zanîngeh xilas kirin, lê nikarin têkevin tu karekî. Ev ne ji bo min tenê wiha ye bi hezaran Kurd di heman rewşê de ne.”
‘JI BO AŞTIYÊ JIDILBÛN DIVÊ’
Abay, destnîşan kir ku ji bo aştiyê jidilbûn divê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêj gelek girtiyên nexweş û bi deh hezaran girtiyên siyasî zêdetirî 30 sal in di girtîgehan de ne. Beyî sedem bi hincetên cihê tehlileya wan tê astengkirin. Heta niha dewletê tu gaveke şênber neavêtiye. Ger dewlet jidil be divê berê girtiyên siyasî berde. Divê her du alî jî gavan biavêjin."
MA / Omer Akin