NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk, Ozan Cirik û Melîsa Efe hatin binçavkirin.
Rojnameger Semra Pelek û Dîcle Başturk, xebatkarê Sendika.org’ê Ozan Cirik û Melîsa Efe ku ji bo Frankfurter Allgemeine Zeitungê wergerê dike, di çarçoveya lêpirsîna li Artvînê hatiye vekirin de hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku rojnamegerên hatine binçavkirin dê bibin Artvînê. Ji bo dosyayê biryara nepeniyê hat dayin.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi ser mala rojnameger Metîn Yoksu de hate girtin. Yoksu li malê nebû. Hat zanîn ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi ser malê de hatiye girtin.