ENQERE - DEM Partî û MHP di serdanên navendên partiyan de cejna hev pîroz kirin. Di serdanên ku peyamên 'aştiyê' yên hevpar hatin dayîn de, hat gotin ku cihê çareseriyê meclis e.
Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) di çarçoveya serdanên Cejna Qurbanê de li Balgatê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Heyeta ji DEM Partiyê ku ji Alîkarê Hevserokê Giştî Mehmet Ruştu Tiryaki, Endamên Meclîsa Partiyê (PM) Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan pêk dihat, ji heyeta MHP'ê ku di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Sadir Durmaz, Şêwirmendê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli Doç. Dr. Esma Ozdaşli û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Şahin Kartal jî hebûn serdana cejnê qebûl kirin.
Sadîr Dûrmaz, cejna heyeta DEM Partiyê pîroz kir û wiha got: "Weke ku hûn jî dizanin rojên bi wate yên lihevkirin, lêhûrbûn û biratiyê tên xurtkirin. Bi tenduristiyeke baş em cejnê pêşwazî dikin. Bila Xwedê yekitî û aramiya miletê me xera neke. Bila fersendê nede wan kesan ku dixwazin vê xera bikin. Bi vê boneyê em hatin serdana DEM Partiyê ku serdana me ya duyemîn a bernameyê ye. Di şexsê we de em cejna hemû hevalan pîroz dikin."
Piştre Tiryakî cejna heyeta MHP'ê pîroz kir û wiha got: "Weke partî peyamên me yên cejnê her tim bi aştî û aramiyê dest pê dikin. Pêvajoya ku Birêz Devlet Bahçelî di 1'ê Cotmehê de da destpêkirin, li gel peyama Birêz Ocalan a di 27'ê Sibatê û piştre jî PKK'ê da û diyar kir ku ji bo fesîxkirina rêxistinê û dawîanîna li têkoşîna çekdarî wê kongreyekê lidar bixe, li Tirkiyeyê rê li ber atmosfereke nû ya aştiyê vekir. Pêvajoyeke ku me hemûyan kelecanî dike ye. Ji ber vê yekê em ji pêşerojê bi hêvî ne."
Dûrmaz diyar kir ku cihê çareseriyê meclis û bi avakirina komîsyonê dikarin pirsgirêkan çareser bikin û ji ber peşwazîkirin û mêvandariyê spasiyên xwe li heyeta DEM Partiyê kir.
DEM PARTÎ JÎ ÇÛ SERDANA MHP'Ê
DEM Partî ji bo serdana ewil a cejnê MHP ziyaret kir. Heyeta DEM Partiyê ku ji endamê Meclisa Partiyê Zulkuf Ûçar, endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Cemîle Tûrhalli Balsak û endama Meclisa Partiyê (PM) Fatma Koçyîgît Oner pêk dihat, ji aliyê Alîkara Serokê Giştî yê MHP'ê Zûhal Topçû, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Alp Gîray Ozmen û Tûran Şahîn ve hat pêşwazîkirin.
Ûçar anî ziman ku piştî bangewaziyên Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan hêviyên ji bo aştiyê zêdetir bûne û wiha got: "Weke DEM Partî em hewl didin hêviyên aştiyê mezin bikin. Divê em ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê û ji bo vê pêvajoyê rabin ser piyan. Daxuyaniya Birêz Bahçelî ya der barê komîsyonê de gelekî guncaw bû. Hem ji aliyê civakîkirina pêvajoyê hem jî xurtkirina zemîna qanûnî ya vê pêvajoyê baş bû."
'CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLIS E'
Alîkara Serokê Giştî yê MHP'ê Zûhal Topçû anî ziman ku divê partiyên din jî bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: "Dema ku siberoja welêt tê gotin, divê bi biryardarî û hevgirtî pêk were. Ev ne tiştekî wisa ye ku tenê bi MHP'ê re pêk were. We jî piştgiriyeke girîng da. Lazim e her kes bibe partiyeke Tirkiyeyê û ji bo vê yekê hewldan bên kirin. Em li vir siyasetê dikin, hewl didin ji bo vî gelî tiştekî bikin. Cihê çareseriyê li ku derê ye? Meclis e. Divê li wir lihevkirinek çêbibe."
Heyeta DEM Partiyê piştre çû serdana Partiya Gelecekê û heyet ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ferhat Esener, Sekretera Giştî Gul Neslîhan û Velî Kaan Unal ve hatin pêşwazîkirin.