Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin

  • jin
  • 09:12 26 Gulan 2025
  • |
img

AMED - TJA dê di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar bixe.  Çaglar Demîrel a TJA’yî got ku ew ê ji bo avakirina civaka demokratîk, hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin. 

 
Di 28-29’ê Gulanê de li Amedê dê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  û bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin civaka demokratîk ava bikin” 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd were lidarxistin. Tê payin ku ji her çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û welatên Ewropayê jî wekîlên berê û yên niha beşdarî konferansê bibin. Yên nayên jî dê bi rêya telekonferansê tev li bibin. 
 
Çaglar Demîrel a TJA’yî ku di xebatên amadekariya konferansê de cih digire, diyar kir ku konferans encama kedeke mezin e. Çaglar Demîrel, diyar kir ku armanca wan a ji konferansê ew e ku polîtîkayeke hevpar diyar bikin û xebateke hevpar a ku dê têkoşîna jinan derxîne holê bixin meriyetê. Çaglar Demîrel, got ku li cîhanê û Rojhilata Navîn zîhniyeta mêrê serdest û netewe dewlet biryara şer didin û herî zêde jin ji vê bandor dibin. Çaglar Demîrel, diyar kir ku ji bo loi dijî feraseta netewe dewletê bi siyaseta demokratîk bersivê bidin û ji bo pratîzekirina têkoşîna hevpar a jinan, hewcehî bi vê konferansê dîtine. Çaglar Demîrel, anî ziman ku li Rojhilata Navîn jin di malan de tên hefsîkirin, tev li mekanîzmayên biryardayînê nayên kirin û got: “Rol û riseke girîng a jinên Kurd li dijî ve pergalê heye. Li Rojava şoreşa jinê heye. Ev şoreş, li Rojhilata Navîn û cîhanê bû modêl. Armanca me ew e ku li dijî şer em bi hev re li ser siyaseta demokratîk, civaka demokratîk, avakirina aştiyê û rê û rêbazên ve biaxivin. Em dixwazin xeta têkoşîna hevpar a li dijî vê pergalê bi hev re diyar bikin. Em jinên Kurd dixwazin bikin ku jin di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin û têkoşîneke hevpar li dijî zîhniyeta nêrza ava bikin.” 
 
'JI GELEK WELATAN DÊ GELEK WEKÎL TEV LI BIBIN’  
 
Çaglar Demîrel, da zanîn ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji welatên weke Danîmarka, Hollanda, Swîsre, Almanya û hwd. dê wekîlên Kurd tev li konferansê bibin û got: “Ji ber qedexeyên Tirkiyeyê dê nekarin bi awayekî fîzîkî tev li bibin. Ji Başûr û Iraqê nêzî 60 parlamenter dê tev li bibin. Dê wekîlên berê jî tev li bibin. Ji Leyla Zana heta roja me dê wekîlên di siyaseta demokratîk de cih girtin tev li bibin. Wekîlên li sirgunê jî hene. Ew jî dê online tev li bibin.” 
 
'EM Ê HEWL BIDIN XETA TÊKOŞÎNA HEVPAR AVA BIKIN’ 
 
Çaglar Demîrel, got ku dê hewl bidin nîqaşên xwe xeteke têkoşîna hevpar diyar bikin û wiha pê de çû: “Her wiha li gorî me dê ji bo mijara yêkitiya neteweyî ya jinên Kurd jî bibe gavekî baş. Dê jinên Kurd pêşengtiya yekitiya neteweyî bikin. Her wiha dê atolyeyên me hebin.” 
 
Çaglar Demîrel, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman: “Dê fikra hevpar, pratîka hevpar û xeta têkoşînê ya hevpar jî di konferansê de bên diyarkirin. Yek ji rojeva me jî ew e bê ka dê siyaseta demokratîk ji vir û şûnde çawa bikeve meriyetê. Têkildarî şêweyê avakirina civaka demokratîk, em ê hewl bidin xetekî têkoşîna hevpar ava bikin.”
 
'DÊ TECRÛBE BÊN PARVEKIRIN’
 
Bi domdarî Çaglar Demîrel got ku dê di roja ewil de jin tecrûbeyên xwe parve bikin û wiha axivî: “Dê di roja duyemîn de jî atolye bên lidarxistin. Di encama nîqaşan de dê danezan bê amadekirin.” 
 
'EM Ê BI HEV RE XURT BIKIN’
 
Çaglar Demîrel, got ku ew ê ji bo jinên Kurd li Meclisê têkoşîneke hevpar bimeşînin bixebitin û rêxistiniya vê bikin. Çaglar Demîrel, axaftina xwe wiha qedand: “Di konferansê de dê hedef jî were zelalkirin. Di serdemeke ku netewe dewlet jinan tune dihesibîne, nasname, ziman û çanda Kurdan înkar dike de em ê yekitiya xwe û ziman, çand û nasnameya xwe çawa bijîni, em ê vê diyar bikin. Em ê bi beşdariya hemû hevalên jin, danezana xwe bi raya giştî re parve bikin.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

18/07/2025
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire