ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtinê dikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi Serokê Giştî Mahmût Arikan re hevdîtin kir.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin. Şande, ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Arikan, Serokwekîlê Komê Bulent Kaya, Seroka Baskê Jinan Nûrgul Behtiye Ekîncî û venêra partiyê Merve Aydin Kuçuk ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.
Şandeya DEM Partiyê dê sibe saet di 14.00’ê de jî li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtinê bike.