AMED - Ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku wê sibê li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin banga beşdariyê hat kirin.
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê sibê li Qada Şêx Seîd (Dagkapi) ya Amedê bîranîn bê lidarxistin. Li 17 navçeyên Amedê ji bo bîranîna ku dê saet di 15.00 'an de li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin xebat didomin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Bismilê serdana esnafan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin ku esnafên Kolana Hunerê ziyaret kir, bang li welatiyan kir ku sibê beşdarî merasîma bîranînê bibin.
Li navçeya Rezan jî endamên partiyê ji bo beşdarbûna bîranînê li Kolana Sakaryayê bang li gel kirin. Di serdana esnafan de Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş axivî û diyar kir ku ji bo avakirina civaka demokratîk ew hewldanên xwe didomînin Bêrîtan Guneş gel vexwend bîranîna ku ji bo Altûn û Kaytan ku wê sibe bê lidarxistin.