ŞIRNEX- Li Hezexê jinên koçer çanda kevnare ya çîtê didomînin û konên xwe bi çîtan dixemilînin. Jinên ku bi salane vê çandê didomînin dibêjin," Em ê vê çandê nedin jibîrkirin."
Li navçeya Hezex a Şirnexê taxa Jorîn a jinên koçer çanda kevnare ya çîtê didomînin. Her sal bi hatina meha biharê re jinên koçer dest bi çêkirina çîtan dikin. Çîtên ku ji aliyê jinan ve tên çêkirin ji riwekên çamê ku li ber avê çêdibin tê çêkirin. Çîtên ku ji astên cuda de derbas dibin, di encama kedeke mezin de, bi benên reng bi reng, bi qalibên dirûtinê dineqişînin ser û bi cureyên reng dikin. Jinên ku hem ji bo derdora mala xwe û hem jî ji bo parastina konên xwe yên zozanan çîtan çêdikin, îsal dîsa dest bi çêkirina wan kirin.
ÇÊKIRINA ÇÎTÊ
Halîme Elçîçek a ku bi kedeke mezin çîtan çêdike, diyar kir ku di encama kedeke mezin de ew çîtên xwe çêdikin û got ku ev çande bi salane ji aliyê jinan vê tê jiyankirin. Halîme Elçîçek, wiha behsa çêkirina çîtan kir: “Roja ku ez tune heta niha ev çande dijî. Em van çîtan ji bo zozanan, ji bo malên xwe çêdikin. Li zozanan em didin ber konan. Ev çîta ku niha ez çêdikim çar metre ye û ev sê roj in ez bênavber çêdikim. Em dare li ber avê çêdibin û em ji Silopiyayê tînin. Ji bo ku em çîtan çêbikin em serî de darên xwe danîn, ev darê ku hûn dibînin ji bo ku çît xwe li ser bigere ye, ev kûçe jî çît dişidîne. Her wiha nexşan di nava çît de çêdikin û bi reng dikin.”
'TÊRA 10-20 SALAN DIKE'
Halîme Elçîçek, anî ziman ku çanda kevnare bi salane ku ji aliyê jinên koçer ve tê dijîn û got: “Em bi rojan çêdikin heta ku xelas dibe. Em hem danîn li ber avahiyên xwe û hem jî dibin zozanan li ber konên xwe girê didin. Pir hênik in. Em nahêlin ku ev çande tune bibe û bi qasî ji destê me tê em didin jiyin. Ev çîtê ku em çêdikin jî heta 10-20 salan têra me dike. Kedeke pir mezin dixwaze lêbelê emrê wê pir dirêje ji ber wê li ber keda me dikeve. Qasî ku ji destê me tê em ê vê çandê bidin jiyîn. Her tişteke me xwezayî ye û her tişteke em bi destê xwe çêdikin."
'DIVÊ KU EM VÊ ÇANDÊ BIDIN JIYÎN'
Ji jinan Sêvê Elçîçek jî bi lêv kir ku jin bi salane ku vê çanda destan didin jiyîn û wiha got: “Zehmetiya çêkirina çîtê pir heye. Ji berê heta niha her tiştekî em bi xwe çêdikin. Me çawa ku dev ji koçeriyê berneda em dev ji vê çandê jî bernadin. Çêkirina çîtê 4 jin çêdikin. 2 ji wan li pişt çêdikin du jin jî li ber çêdikin. Çêkirina wê pir zehmete. Rakirin û danîna keviran zehmete, bi nexşan xemilandin zehmete. Ev çandeke xweşe û divê ku em bidin jiyîn. Ji bilî jinên koçer kesek çênake. Divê ku ev çande nemire û em nedin jibîkirin. Çêkirina wê pir zehmete, ked dixwaze lê em ê tu caran dev jê bernedin, ev kevneşopî û sinetê me ye."
MA / Zeynep Durgut