ÊLIH - Hevalên Mûstafa Mesût Tekîk qala jiyana wî kirin û anîn ziman ku wî jiyana xwe fedayî gelê xwe kiriye û gotin: "Dixwest aştiya ku dayik li hêviyê bû înşa bike. Ji bo bîranîna wî em ê aştiya birûmet pêk bînin.”
Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk (54), di encama qeyrana dil de di 11’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tekîk, li rex gora xwîşka xwe ya rojnameger Gulistan Tara ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de li Silêmaniyeyê di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin. Berî 35 salan wexta wek karkerek bû di Şîrikatiya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) bi têkoşîna ked, xebatên partiye ve dest bi berxwedanê kir û her tim di refên pêş de cihê xwe girt. Tekîk ê ku ji malbatek welatparêz bû, rojnameyên rojnameger Cengîz Altûnê ku di 24’aê Sibatê de li Êlihê bi êrişek çekdarî ve hate qetilkirin li erdê nehişt. Dûre hem dest bi belavkirina rojnameyê kir û hem jî wek karkerek li TPAO’yê xebitî.
‘TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÊ’
Tekîk, li gel têkoşîna sendîkayê salên dûrûdirêj xebata partiyên siyasî yên Kurd jî domand. Di salên 2009-2015’an de li Petrol Îş’ê bû serok û di salên navbera 20015-2019’an de li Nevenda Rêxistina Navendî ya Petrol Îş’ê û xebata Sekreterya Perwerdehiyê birêve bir. Tekîk, piştî xebatên sendîkayê têkoşîna xwe di qada siyasetê de domand. Di Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de dest bi xebatê kir û di navbera salên 2020-2021’an de xebata Hevberdevkiya Herêma Marmarayê domand, di salên 2021-2022’an de di Komîsyona Perwerdehiyê ya Navenda Partiyê de cih girt. Tekîk, di salên 2022-2024’an de li Êlihê xebitî û di 25’ê Nîsana 2024’an de bû Hevserokê DEM Partiyê ya Bajarê Êlihê.
‘ŞAHIDÊ ÊŞAN’
Tekîk ku rexmê metirsiya kuştinê jî beşdarî cenazeye Habîb Kiliçê ku di 2’yê Îlona 1999’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin bû, wiha qala wê rojê dikir: "Wextê Habîb Kiliç hate qetilkirin ez û du heval em ji bo tabûtê çûn Mizgefta Haci Şîrîn. Kesên li mizgeftê bûn ji me pirsin ‘ji bo kê hûn ê tabûtê bibin.’ Me got ji bo Habîb Kiliç, tabût nedan me. Di wê demê de ez bûm şahide sedan buyerên bi êş û bûm mexdûrê wan êşan jî. Hevalekî me hebû em bi hevre dixebitîn min wek birayê xwe jê hez dikir, du roj berî daweta min hate qetilkirin. Wexa min vexwendina dawetê bir jê re min agahiya mirina bihîst.”
Hevalên Tekîk, gotin ew pêşengê ked, perwedehiyê û siyasetê bû, heta roja dawî ji emrê xwe ji bo aştiyeke birûmet xebitî.
‘XEYALÊN WÎ YÊN MEZIN HEBÛN’
Birayê wî Ahmet Bulent, diyar kir ku malbata wan malbatek welatperêz e û wiha rave kir: “Sala 1971’ê de ew li Tilmerçê ji dayik bû. Em malbatek bi 10 zarok in. Kekê min yê herî mezin bû. Salên 1970-80’an ji hêla siyasî de gelek geşedan çêbûn. Bavê min jî beşdarî vê pêvajoyê bû. Beşdariya bavê min li ser Mûstafa jî tesîr çêkir. Piştî despêka tevgera siyasî ya Kurd em jî beşdar bûn. Mûstafa yek ji van pêşengan bû. Ji er ku Êlih bajarê petrole bû têkoşîna kedê kir. Bi hişmendiya Tevgera Kedê û Tevgera Azadiya Kurd ve gel gelekî jê hez kir. Salên dawî de mirina bavê min û şehadeta Gulistanê ew gelekî xemgîn kir. Xweziya niha geşedanên ji bo aştiyê bidîta lê mixabin nedît. Em ê welatekî demokratîk û aştiyane diyarî kekê min bikin. Mûstafa bi tiştên biçûk ve bextewar dibû û xeyalên wî yên mezin hebûn. Berxwedana wî mezin bû, ev jî bandoreke mezin hişt. Digot ‘roj dê bên’, bi hêvî me ji bo xatirê şehîdên vê armancê aştiyek birûmet bê înşakirin.”
‘TÊKOŞÎNA KEDÊ’
Şehmûs Kaygûsûz ê ku hevalê Tekîk ku di salên 1990’î de ew di têkoşîna Petrol Îş’ê de nas kiribû û Serokê Şaxa Êlihê yê berê bû qala keda Tekîk ya di qada kedê de kir. Kaygûsûz, diyar kir ku Tekîk xwedî ruhê têkoşer bû û wiha got: “Di salên 1990’î de min ew nas kir. Kooperatîfek Petrol Iş’ê hebû bi navê Petkop. Wî hem zanîngeh dixwend û hem jî di wir de dixebitî. Xebatên sendîkayê dikir. Di salên 1990’î de Ahmet Tîmûrtaş serokê Şaxa Petrol Îş’ê bû, Tekîk digot ‘rojekî ez ê di vê paldankê de rûnim û ez ê bibim pêşengê kedkaran’. Sala 2005’an de bû cîgirê serokê şaxê. Hemû wextê xwe dida pirsgirêkên gel. Hesreta wî ew bû aştiyek were vî welatî.”
Kaygûsûz, diyar kir ku Tekîk merivekî nefsbiçûk bû û wiha domand: “Her tim daxwaza wî ya aştiyek birûmet hebû. Ji bo vê yekê têkoşîya. Êlih bajarê kedkaran e. Tekîk xwedî hêz a yekitiyê bû. Sembola yekitiyê bû. Û qanikirinê de xwedî qabiliyet bû. Mûstafa hevalekî baş bû. Di jiyana xwe de ez ê her tim bîranîna wî bidim jiyîn."
‘EM Ê XEWNA WÎ PÊK BÎNIN’
Lokman Akkûş ê ku hevalê Tekîkê yê taxê bû û serokê Petrol Îş ê Şaxa Êlihê ye jî wiha got: “Em li heman taxê û li heman hewşê mezin bûn. Bi emir ji me mezintir bû lê bi me ra heval bû. Sala 2007’an wextê min li Petrol Îş’ê ji bo kar serî lê da Mûstafa sekreterê aboriyê bû. Wexta min wî li wir dît ez pir kêfxweş bûm."
Akkûş, diyar kir ku Tekîk di qada sendîkayê de ji bo wî bûye pêşeng û wiha pê de çû: "Ez hewl didim da ku di rêya wî de bimeşim. Ew di hemû bajarên ku Petrol Îş lê rêxistinkirî bû xebitî. Ji bo taziya wî hemî şax li me geriyan. Ji bo aştiyek birûmet têkoşiya. Em ê xewna wî pêkbînin. Em ê li ser rêya wî têbikoşin.”
‘DIXWEST AŞTIYÊ AVA BIKE’
Hevseroka DEM Partî ya Şaxa Êlihê Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku bi Tekîk re xebitiye û wiha got: “Mirina wî em gelek xemgîn kirin. Mirina Gulistanê ew gelekî xemgîn kir. Roja mirina wî ez li hinda wî bûm. Sekna wî ya li wir gelek baş bû. Kesayetek pir xurt bû."
Songul Korkmazê got wî hêviya xwe ya aştiyek birûmet tu car winda nekir û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo pêvajo bi aştiyê ve encam be her tim qala girîngiya rêya 3’yemîn dikir. Vekirina rêya siyaseta demokratîk dianî ziman. Banga geşkirina têkoşînê dikir ji bo xwîn bisekine û aştiyek birûmet pêk were. Ji vê pêvajoyê bi hêvî bû. Dixwest aştiya ku dayik ji boyê bi hesret in înşa bike û ji bo wê pir dixebitî. Ji bo bîranîna wî em ê aştiya birûmet pêk bînin. Gelê Kurd, zarokekî xwe yê pir binirx winda kir. Pir dixwest ku aştiyê bibîbe. Ez spasdar im ji bo hemû keda wî ya li ser min. Hevrêtiya bi wî re şanazî ye ji bom in. Bila ev soza min be ji bo wî, em ê di her qadê de têkoşînê bidomînin.”
MA/ Fethî Balaman