NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê NY’ê António Guterres diyar kir ku wan biryarên PKK’ê bi keyfxweşî pêşwazî kirine û amadene ji bo pêvajoyê bibin alîkar.
PKK’ê biryarên 12’emîn Kongreya Awarte duh parve kiribû. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres biryarên kongreyê nirxand.
Berdevk Stéphane Dujarric li ser navê Guterres daxuyanî da û diyar kir ku wan biryara çekdanînê bi keyfxweşî pêşwazî kirine Dujarric, got: “Ev biryar heke were cîbicîkirin, dê ji bo çareseriya aştiyane ya pevçûnên demeke dirêj e didome, gaveke girîng be. NY, amade ye ku ji bo her cureyên hewldanên ji bo aştiyê û hêsankirina wê bibe alîkar.”