Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e

AMED - Helbestvan Kejal Ehmed ku beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên manîfestoya Gîronayê” bû, diyar kir ku divê çar parçeyên Kurdistanê û nivîskarên kurd ên li dîasporayê bi hev re tevbigerin û got: “Armanceke nivîskar heye, ew jî parastina ziman e.”

Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek nivîskar û zimanzan beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên Manîfestoya Gironayê” bûn ku bi pêşengiya PENa Kurd û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 10-11’ê Gulanê de li Amedê hat lidarxistin. Nivîskarên beşdarî konferansê bûn li ser pêşketina ziman û wêjeya kurdî gengeşe kirin.
 
Helbestvan Kejal Ehmed ku ji bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistana Federe beşdarî konferansê bû, bal kişand ser girîngiya konferansa zimanê kurdî.
 
Kejal Ehmed bal kişand ser girîngiya ziman ji bo jinan û got: "Ji vê re zimanê dayikê tê gotin. Zimanê dayikê. Rol û mîsyona dayikê ji aliyê ziman ve pir girîng e. Yên ku li dijî rewşenbîr, nivîskar, jin, ziman û derhêneran in, dijminên neteweyê ne. Milet çi ye? Miletek zimanek e. Heke hûn zimanê neteweyekê ji holê rakin, ew netewe wê winda bibe. Kurdan êşên mezin kişandine û rastî zilm û zordariyên mezin hatine. Sedema ku hişê neteweyî yê kurdan xurt e, xwedîderketina wan a li ziman e." 
 
‘YEKÎTIYA NIVÎSKARAN GIRÎNG E'
 
Kejal Ehmed destnîşan kir ku divê nivîskarên kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê di nava yekîtiyê de tevbigerin û wiha got: "Divê yekîtiya wan hebe. Armanca nivîskaran tenê parastina ziman e. Yê ku ziman diparêze nivîskar in. Divê nivîskar li çar parçeyên Kurdistanê zimanê xwe biparêzin. Hebûna saziyeke wekî PENa Kurd û lihevkomkirina hemû nivîskaran, pir girîng e. Yekîtiya nivîskaran ji bo me çavkaniya hêzê ye. Li dijî êrişan yekîtiya kurdan girîng e."
 
Nivîskar Mehmet Oncu ku ji Wanê beşdarî konferansê bû, bal kişand ser zehmetiyên nivîskarên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn. Oncu got: "Nivîskarên kurd û tirk li Tirkiyeyê ne wek hev in. Zimanê tirkî xwedî gelek sazî ye, gelek alîgirên wî hene, bi taybetî dewlet teşwîq dike û rê vedike, lê nivîskarên kurd di tengasiyeke mezin de ne, nikarin berhemên xwe biweşînin, nikarin bidin nirxandin û nikarin dengê baş ragihînin. Ew û xwendevanan nikarin bên cem hev." 
 
Oncu diyar kir ku li ser zimanê kurdî zext û zehmetî hene û bal kişand ku ji ber zextan mirov ji zimanê xwe dûr dikeve. Oncu bal kişand ser pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û diyar kir ku pêşketina baş a pêvajoyê dê rê li ber zimanê kurdî jî veke û got: "Eger aştiya birûmet pêk were, dê rêya zimanê kurdî hîn zêdetir vebe. Dê li dibistanan bê xwendin, bêguman dê xwendevanên wê zêde bibin û dê nivîskar dengê xwe bilind bikin û xebatên xwe bimeşînin.”
 
Oncu destnîşan kir ku divê li dijî pirsgirêkên zimanê kurdî xwe bi rêxistin bikin û her wiha destnîşan kir ku divê xebat bên meşandin û dibistanên ku perwerdeya kurdî lê tê dayîn bên vekirin.
 
GIRÎNGIYA KONFERANSÊ
 
Endama PENa Kurd ê li Stenbolê dixebite Miraz Ronî jî diyar kir ku armanca konferansê ew e ku nivîskarên kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi hev re danûstendinê bikin û hev nas bikin, biaxivin û nîqaş bikin. Armanceke din jî ew e ku balê bikişîne ser ziman, çand û xebata kurdî û got: "Pirsgirêka eslî ziman û çanda Kurdî ye. Ev konferans di warê derûnî de hêzê û baweriyê dide mirovan. Her wiha danûstendina di navbera nivîskaran d ejî bi ruh û can dike."
 
Ronî bal kişand ser qedexe û zextên ku ji damezrandina komarê heta niha li ser zimanê kurdî hatine kirin û wiha got: “Zilma li ser zimanê kurdî zilmeke dîrokî ye. Ronî got: "Niha em nikarin bi awayekî fermî kurdî bi kar bînin. Em nikarin daxwazekê bi kurdî binivîsin û pêşkêşî saziyên dewletê bikin. Em nikarin di her aliyê jiyanê de xwe bi kurdî îfade bikin. Li dibistanan perwerdeya kurdî nayê dayîn. Hûn bixwazin jî nexwazin jî, ziman derbasî tirkî dibe. Kurdî di bin de dimîne. Dema şert û merc ne wek hev bin, yê serdest derdikeve pêş."
 
Ronî bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera nivîskarên kurd de û li hemberî van zextan hembêzkirina zimanê kurdî û got ku ziman bi vî rengî dikare were pêşxistin.
 
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel 
 

Sernavên din

06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da