Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel

  • rojane
  • 11:19 10 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgînê bi bîr anî û got: “Hozan Mizgîn hem bi huner hem bi têkoşîna xwe bû dengê gel, şoreşger û hunermendeke nemir.”

Komîteya Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê hunermend û gerîla Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) a ku 11’ê Gulana 1992’yan li Tetwanê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.
 
Daxuyaniya Kevana Zêrîn wiha ye: “Bibîranîn helwesteke hişmendiyê ye û di cewherê xwe de nîşan dide bê havêneke çawa di rêveçûnên dîrokî de hatiye meyandin. Bibîranîna şehîdan havênê herî bi nirx, herî pîroz û herî watedare ku me gihandine heta roja me ya îro û xwedî wê hêzê ne ku bigihînin dahatuyên bi hêviyê dagirtî. Ji ber vê em di 33. salvegera şehadeta Rêheval, hozan, têkoşer û jina çeleng Hozan Mîzgîna tevgera azadiyê bi rêz, bi eşq û bi hezkirineke bê dawî bibîr tînin. Di semboliya kesayeta wê de ku roja 11’ê Gulanê weke roja tevahî şehîdên çand û hunerê ya tevgera azadiyê pênase û wateya xwe girtiye bi rêz, bi hezkirin, bi eşq û bi moraleke mezin bibîr tînin, bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û ji bo armancên wan ên jiyaneke bi rûmet weke hewrêyên wan hevsoziya xwe her nûjen dikin.
 
Serdema ku Hozan Mizgîn têkoşîna xwe ya bêhempa li dar xist him weke dem û him jî weke erdnîgarî di nav êşeke gelekî dijwar de bû. 1962’yan li Gundê Bilêdera Êlihê hate dinê. Malbat navê Gurbetê lê kir. Gurbeta ku tevahî gurbetiya malbatê lê hatibû barkirin, di heman demê de êşa civakeke girtî, êşa jinên jêrdest û jana gelekî tevahî di nav hev de jiyan kir. Lêgerîna ku Gurbet dabû pey, weke ferzkirineke çarenûsê be, bi Şehîd Mazlûm re dîdarek pêk anî. Ev dîdar kirasê navê Gurbetê guherand û bi hilbijardina xwe wateya ku dixwast di kesayeta xwe de pêk bîne navê xwe kir Mizgîn û bû yekemîn ew jina ku ji herêma xwe beşdarî refên têkoşînê bû. Li kampa Bekaa bi perwerdeya xwe niqût bi niqût dawervan hinavê xwe. Beşdarî kongreya sêyem bû û di encama kongreyê de vesaziya wê bi Şehîd Hozan Sefkan re, ji bo birêxistinkirina xebatên hunerî çûbû Ewropa. Lê di heman deme de pêşengtî ji xebatên jinê re jî dikir û yekemîn konferansa YJWK li dar xist û axaftina vekirinê pêk anî. Di avakirina Huner-Kom û binesaziya Koma Berxwedanê bi Hozan Sefkan re pêk anî. Ew jina kar û helwestên yekeman bû. Stranên wê ji Kurdistaniyan re hêvî, hêz û moral lê ji dijmin re xeteriya herî mezin bû. ‘Lo hevalno’ hesreta hevalan, ‘Gundîno hewar’ banga şaneya herî zelal a civakê, bi strana ‘Newroz’ vejîna qadên Newrozê, bi ‘Çemê Hêzil’ êşa ji destdana hevalan olan li nav welêt anî.
 
Lê ew di heman demê de şoreşger bû û ji her erkeke şoreşê re amade bû. Li Eyaleta Mêrdîn weke endama fermandariya eyalete lê li eyaleta Xerza jî berpirsiyariya tevahî eyaletê bicîh anî. Herî dawî dema ku ji bo erkekê li Tetwanê bû bi dorpêçkirina mala ku lê dimîne, heta dawiyê şer dike û herî dawî bi fedaîyane bersiva xwe ya dawî dide dijmin.
 
Hozan Mizgîn hozana şer û huner û jiyana civaka xwe ye. Jineke, şoreşgereke û hunermendeke nemir e. Tevgera Azadiyê ku ji destpêkê ve ji hêla Rêber Apo ve hunermendane hatiye honandin, ji hêla Hozan Mîzgîn ve jî şopdariya vê ya herî bêdew pêk hatiye. Bi hezkirina rast a civaka xwe, erkê xwe yê dîrokî di ber civaka xwe de bêyî dudilî pêk aniye. Di 33. Salvegera şehadeta xwe de weke tevgera çand û hunerê ya Kevana Zêrîn û di heman demê de li ser tevahî hunermendên ku rêwiyên li ser rêya hunerê ne vî erkî dîsa bibîr tîne da ku em di ber hêvî, êş û derdên civaka xwe re rabin. Ji ber ku hunermendî berpirsiyariye, helwêst, hilbijarde û xîrete. Ku me vê helwêst, hilbijarde û xîretê bi rênîşaneriya grava Îmrali, di serî de li lutkeyên çiyayan, li tevahî qadên têkoşînê û herî dawî li Bendava Tişrînê di asta herî bilind de bi awayê herî serberzane û serkeftî dît. Tevahî şehîdên me yên çand û hunerê îro di kesayeta Şehîd Mizgîn de vê heqîqetê li ser me ferz dikin.
 
Em di 33. Salvegera şehadeta Hozan û Heval Mizgîn de, careke din tevahî şehîdên hunermend ên li ser rêya heqîqet û azadiyê bibîr tînin, tacîdarkirina hêvî û daxwazên wan ji bo xwe dikin rênîşaner. Bi hunermendane honandina azadî û serkeftinê soz û peymana me ye.”

Sernavên din

03/07/2025
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin