Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin

AMED - MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Şaxa OHD’ê ya Amedê têkildarî girtiyên nexweş û girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo pêşiya çareseriya aştiyane were vekirin, di serî de girtîgeh divê pêvajoyeke reformê ku rêz ji mafên mirovan re tê girtin were destpêkirin. 

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevnaiya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî girtiyên nexweş, girtiyên tehliyeyên wan tên astengkirin û mafê hêviyê, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek xizmên girtiyên nexweş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina jiyanê avakirina aştiyê ye” hate hilgirtin. 
 
Daxuyaniya hevpar ji hêla Sekreterê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Ferat Koçeroglû ve hate xwendin. Koçeroglû, diyar kir ku li girtîgehan tecrîdeke giran, sepanên keyfî yên înfazê û binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş heye. Koçeroglû, got: “Rejîma înfaza muebbeta girankirî rejîmeke dermirovî ye û ev ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye. Serweriya hiqûqê û rûmeta mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Tevî raporên bijîşk û nexweşxaneyên bi hezaran girtiyên nexweş tedawî dikin jî, ger nexweşxaneyên baş ên ji hêla Wezareta Dadê ve hatine diyarkirin jî bin, heta Saziya Tipa Edlî (ATK) erê neke girtî nayên berdan. Di rewşa heyî de ATK nikare biryarên bêalî û serbixwe bide û ji ber kirariyên burokratîk, bi girtiyên nexweş demekî dirêj dide windakirin.” 
 
'LI AMED Û BAJARÊN DERDORÊ 89 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’ 
 
Bi domdarî Koçeroglû anî ziman ku neberdana girtiyên nexweş di biryarên DMME’yê de weke “îşkence û miameleya dermirovî” tê nirxandin û got: “Jixwe gelek girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane yan jî nexweşiyên wan êdî derbasî asteke jêneveger bûne, nîşaneyeke şênber e ku dewlet mafê tenduristiyê û mafê jiyanê binpê dike. Têkildarî girtiyên nexweş di mewzûatê de tu guhertin nehatin kirin, di mijara taloqkirina cezayê girtiyan de cihêkarî hate kirin, derfetên tedawiyê nehatin avakirin û pêvajoya tedawiyê veguherandin pêvajoya cezayê. Ev rastiyeke berbiçav e ku ji wê îdare û wezaret berpirsyar e.” 
 
Koçeroglû, hejmara girtiyên nexweş ên li Amed û bajarên derdora wê parve kir û da zanîn ku li Amedê 37, li Xarpêtê 8, li Erziromê 30, li Erzînganê 14 û bi giştî 89 girtiyên nexweş hene. Koçeroglû, bang kir ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bên rakirin û bên berdan. 
 
'TEHLIYEYA 31 GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Koçeroglû agahiyên têkildarî girtiyên li heman girtîgehan tehliyeyên wan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin parve kir û wiha pê de çû: “Gelek girtiyên ku dema cezayê xwe temam kirin û divê bên tehliyekirin, ji ber biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nayên berdan û azadiya wan tê xespkirin. Li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê bi giştî tehliyeya 31 girtiyan ji ber biryarên lijneyan ên keyfî û cezayên disiplînê yên keyfî hatine astengkirin. Dema wan a tehliyeyê diyar nîne û ev yek hem binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê hem jî binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê dev ji van sepanên xwe yên keyfî berdin.” 
 
'OCALAN ÎRADEYA ÇARESERIYÊ YA BIBIRYAR RABER KIR’ 
 
Bi domdarî Koçeroglû bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gotinên birêz Ocalan ên di bangê de ku dibêje ‘naskirina aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî’ nîşaneya israr û îradeya wî ya çareseriyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye; ji hêla pêşeroja demokratîk û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî astengiyeke mezin e. Ji bo ev bang cihê xwe bigire, hewceye pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were rakirin û derfetên ku birêz Ocalan bikare ji avakirina civaka demokratîk re sûdewer be bên avakirin.”
 
BANGA PÊVAJOYA REFORMÊ
 
Koçeroglû, destnîşan kir ku ji bo pêşiya pêvaoya aştiyane were vekirin hewceye ev tişt bên kirin: “Ji bo pêşiya rêyên çareseriya aştiyane bên vekirin, ji bo hemû welatî li ser zemîna hemwelatiya wekhev bikarin bijîn û ji bo serweriya hiqûqê; di serî de girtîgeh divê li hemû saziyên dewletê de pêvajoyeke reformê ku rêzê ji mafên mirovan re digire bê destpêkirin. Divê sepanên cihêkar û keyfî yênl i girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Em bang li tevahiya civakê û raya giştî dikin ku li dijî binpêkirinên mafan bihestiyar tevbigerin, piştgiriyê bidin têkoşîna dewleta hiqûqî û demokratîk û berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî got ku bi hezaran girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Girtîgeh, ji hêla îktîdarê ve weke amûra zextê tên bikaranîn. Divê ev der tavilê bên girtin.” Eren, bi domdarî got ku divê mercên Abdullah Ocalan bên avakirin da pêvajoya diyalogê di mercên hevpar de bên kirin. Eren, got ku divê Abdullah Ocalan bikare bi rêxistinên civaka sivîl, rojnameger, rewşenbîr û gel re têkiliyan deyne. 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwdana zindanan" û "Maf, hiqûq, edalet” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/07/2025
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin