ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi hinceta ku ziyaretvan hembêz kirine û tililî avêtine, mehek cezayê qedexeya ragihandinê dan 6 girtiyan û li 3 girtiyan jî ji bo mehekê cezayê qedexeya çalakiyan hate dayin.
Di 21’ê Nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtina rû bi rû hate kirin. Bi hinceta ku ziyaretvanên girtiyên din hembêz kirine, li 3 girtiyan ji bo mehekê cezayê qedexeya çalakiyan hate dayin. Parêzeran li dijî cezayê îtîraz kirin lê Dadgeriya Înfazê hêj biryara xwe nedaye.
Der heqê 6 girtiyên din ên di heman hevdîtinê de tililî avêtin jî ji bo mehekê cezayê qedexeya ragihandinê hate dayin. Parêzeran jî li dijî vê cezayê îtîraz kirin. Dadgeriya Înfazê hêj têkildarî îtîrazê biryara xwe nedaye.