ÎZMÎR - Niha çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, her wiha mînakên cîhanê tên meraqkirin. Li gelek deverên cîhanê, ji Brîtanyayê heta Kolombiyayê, ji El Salvadorê heta Fîlîpîn û Afrîka Başûr, bi avêtina gavan pêvajoyên nakok gihîştine encamekê.
Ji ber ku geşedanên navneteweyî û herêmî bûne sedem, nîqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî pêvajoyeke nû bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de di pozîsyoneke bingehîn de ye, di 27 'ê Sibatê de bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" re hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo demokratîkbûyîna welat deriyekî nû vekir.
Di bangawaziya bidawîkirina pêvajoya pevçûnan de hat gotin, "Sedsala duyemîn a komarê, dema bi demokrasiyê re tacîdar bibe, ancax dikare bibe xwedî dewamiyeke mayînde. Rêyeke ne demokratîk a lêgerîn û pêkneînana sîstemekê nîne. Nabe jî. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Du meh derbas bûn û heta niha tu gavên şênber nehatin avêtin. Rayedarên hikûmetê nemaze têkildarî ‘çek berdanê’ daxuyanî didin û der barê pêwistiyên din ên pêvajoyê de tiştekî nabêjin.
Di dema ku nîqaşên li ser pêvajoyê dewam dikirin de, gelek kesan bala xwe dan mînakên çareseriyê yên li cîhanê. Ji Îngilîstanê heta Kolombiyayê, ji El Salvadorê heta Fîlîpînan, ji Başûrê Afrîkayê heta Endonezyayê di navbera partiyên beriya niha de li gelek deverên cîhanê hevdîtinên aştî û çareseriyê hatibûn kirin. Li hin cihan pevçûn bi dawî bûn û pêvajo ber bi aştiyê ve çû, lê li hin cihan encamên ku dihat xwestin derneketin holê.
DOZA BAŞÛRÊ AFRÎKAYÊ
Hevdîtinên di navbera Başûrê Afrîkayê û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) de ji gelek aliyan ve dişibin pêvajoya li Tirkiyeyê. Salên 1600'î li cografyaya Başûrê Afrîkayê ku salên dûr û dirêj bû qada şerên di navbera hêzên mêtinger de, berxwedanên ku dest pê kirin bi rengekî xwînxwarî dest pê kirin. Qraliyeta Yekbûyî di sala 1910'an de kontrola parçeyên Başûrê Afrîkayê radestî niştecihên spî yên li herêmê kir. Di wê demê de li Başûrê Afrîkayê 27 mîlyon reşik û 4,5 mîlyon spî dijiyan. Lê belê spiyan ji sedî 70 ê hemû çavkaniyên welat xistibûn destê xwe.
ANC di 8'ê Çileya 1912'an de hat avakirin û ji bo hevgirtina gelên Afrîkayê li dijî mêtîngeran hat avakirin. ANC ji bo dijminahiya di navbera etnîsîteyên cuda de ji holê rake, bi malbatan re civîn lidar xist û rê û rêbazên têkoşîna ji bo rizgariya Başûrê Afrîkayê nîqaş kir. Bi tevlîbûna rûspiyên malbatên mezin di rêveberiya ANC'ê de rêxistin pêş ket û kampanyayên mezin hatin lidarxistin.
Li hemberî rejîmê di bin navê ‘Apartheîd’ de têkoşîn hat meşandin û di 21’ê adara 1960’î de reşikan ji ber ku nasnameyên taybet ên ji bo reşikan hatine çêkirin red kirin, çalakî lidarxistirn û di vê çalakiyê de ji aliyê polîsan ve 69 reşik hatin kuştin. Hikûmetê bi girtina ANC’ê û rêxistinên reşikan bersiv da çalakiyan. Nelson Mandela û hevalên wî ku ji salên 1950'î ve bûn yek ji kesayetên pêşeng ên ANC'ê, di sala 1963'an de hatin girtin û bi cezayê muebbetê şandin Girava Robbenê. Mandela di salên destpêkê yên dema girtîgehê de di nava şert û mercên gelekî nebaş de hat hiştin û 13 salan neçar ma karkeriya kevir bike û keviran bişikîne. Di salên 1980 'î de bi hewldana serokê ANC’ê Olîver Tambo, kampanya "Ji Mandela re azadî" destpê kir.
Bi vê kampanyayê re berxwedana çekdarî ya reşikan bêhtir xurt bû. Piştî ku hikûmeta Başûrê Afrîkayê li qada navneteweyî dest bi tecrîdê kir û eleqeya ji bo Mandela zêdetir bû, têkiliya yekemîn di navbera rêveberiya spî ya nîjadperest û Mandela de pêk hat.
Mandela, di Adara 1982'an de piştî pêşketina muzakereyan, ji girtîgeha Pollmoor a li nêzî Cape Townê re hat veguhastin. Piştî vê pêvajoyê dem bi dem pevçûn derketin. Bi hatina F. W. De Klerk a serokkomariyê di Tebaxa 1989'an de muzakereyan ji nû ve destpê kirin. Mandela piştî 27 salên dîlgirtinê, di 71 saliya xwe de di 11 'ê Sibata 1990'î de hat berdan. Serbestberdana Mandela ji girtîgehê, ne tenê ji bo Afrîka Başûr, di heman demê de ji bo têkoşîna li dijî nîjadperestiya li gelemperiya cîhanê weke serketineke sembolîk hat nirxandin.
Di Sibata 1990'î de qedexeyên siyasî hatin rakirin û girtiyên siyasî hatin berdan. Di sala 1993'an de li ser destûra bingehîn a derbasbûnê û hilbijartin lihevkirinek pêk hat. Mandela li gel serokê wê demê yê Başûrê Afrîkayê F.W. de Klerk, di sala 1993'an de xelata Nobel a Aştiyê wergirt.
Di hilbijartinên destpêkê yên sala 1994'an de Mandela weke yekemîn serokkomarê reşik ê welat hat hilbijartin. Ev hilbijartin weke yek ji girîngtirîn xalên zîvirandinê yên dîroka welêt hate nirxandin. Mandela di dema rêveberiya xwe de, bi ewlekirina lihevkirinên neteweyî yên li welêt re tevkariyên girîng li avakirina civakeke ku reng û çandên cuda bi awayekî aştiyane lê dijîn, kir.
ÎRA’YÊ ÇEK DANÎ, HIKÛMETA HEVPAR HAT AVAKIRIN
Di navbera Brîtanya û Artêşa Komarger a Îrlandayê (ÎRA) de pevçûneke dijwar rû da ku û pevçûn bi salan dewam kir. Sedema bingehîn a pirsgirêkê ew bû ku niştecihên Îngilîz û Skoçyayî li Îrlandayê dihatin bicihkirin. Îngîltereyê di sala 1542'an de ragihand ku tevahiya giravê aydî wan e. Hemû kesên ku li giravê bi cih bûne Protestan bûn û gelê Îrlandayê jî katolîk bûn. Îrlandayê gelek caran li dijî Brîtanyayê serî hilda û di sedsala 19'an de daxwazên xwe yên serxwebûnê dianîn ziman. Fenîan û Birayên Komarger ên Îrlandayê (IRB) dest bi têkoşîna çekdarî kirin û gotin ku bi berxwedana çekdarî re serxwebûn dikare pêk were. Rêxistina ÎRA ku di sala 1916’an de hatibû avakirin heman salê li hemberî rêveberiya Îngîltereyê serhildanên paskalyayê da destpêkirin. Serhildan bi qetlîaman hat bersivandin. Partiya Sinn-Fein 73 kursiyên parlamenteriyê qezenc kiribû û li dijî qetlîamên Îngîltereyê ragihand ku tevli parlamonteya Îngîltereyê nabin û hikûmeta demkî ya Îrlandayê ava kirin.
Brîtanyayê hikumet nas nekir û li dijî Katolîkan dest bi êrîşeke berfireh a leşkerî kir. Berxwedana ÎRA'yê piştî 2 salan encam girt. Hikûmeta Lloyd George û şandeyên bi serokatiya Michael Collins û Arthur Griffith li ser navê Îrlandayê "Peymana Anglo-Îrlandayê" îmze kirin. Li başûrê giravê, Komara Azad a Îrlandayê bi statuya dewleteke pê ve girêdayî ava bû. Li bakurê giravê, ku parçeyê mezhebî ye, Îrlanda Bakur di bin kreatê de hat avakirin.
Di salên 1960'î de Îrlandayên Katolîk ên li bakur dijîn, bi armanca ji Brîtanyayê veqetin û dewleteke Îrlandayê ya yekbûyî ava bikin, îRA ji nû ve ava kirin. ÎRA'yê êrîşên xwe yên çekdarî di salên 1970'î de zêde kir û bajarên Îngilîstanê jî kir hedef. ÎRA di nav Îrlandaya Katolîk de hate organîzekirin. Di nava Protestanên alîgirê sendîkayê yên bi Îngilîstanê re, komeke paramîlîter a bi navê "Hêzên Dilxwaz ên Ulster" derket holê. Bi vî avayî şer û pevçûn zêdetir bûn.
Bobby Sands di sala 1981'ê de ji Îrlanda Bakur weke parlamenterekî serbixwe ket Parlamentoya Îngilîstanê, di greva birçîbûnê ya li girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û ev bû sedem ku pevçûn hîn bêhtir dijwar bibin. Danûstandinan piştî ku Tony Blaîr ê Partiya Karkeran di sala 1997'an de bû serokwezîrê Brîtanyayê dest pê kir. Berovajî hikûmeta berê, Blair bê merc ligel rêberê Sinn-Fein Gerry Adams kom bû û di îmzakirina Peymana Înîya Pîroz de alîkar bû, du roj berî cejna Paskalya ya 1998. Di peymanê de xalek ji bo ÎRA çekê deyne hate destnîşankirin.
Di peymanê de her wiha serbestberdana girtiyên ÎRA, vekişîna leşkerên Brîtanyayê ji Bakurê Îrlandayê û dayîna mafê nenavendîbûna Îrlandaya Bakur jî hebû. Bi peymanê re biryar hate dayin ku Parlamentoya Bakurê Îrlandayê ya di sala 1972'an de hate girtin ji nû ve bê vekirin, alî qebûl bikin ku piraniya gel li ser Îrlanda Bakur bên qebûlkirin û yekparebûna Komara Îrlanda û Bakurê Îrlandayê bi vîna hevpar a her du civakan dikare pêk were.
Sala 2005'an dema ku ÎRA'yê biryar da ku çekan deyne, pevçûn bi awayekî fermî bi dawî bû. Sala 2007'an li Bakurê Îrlandayê di navbera Katolîk û Protestanan de hikumeteke hevpar hate avakirin.
KOLOMBIYA: PEVÇÛNÊN NÎV SEDZSALÎ BI DAWÎ BÛN
Li Kolombiyayê di encama hevdîtinên çareseriyê de çek hatibûn danîn. Pevçûnên navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Marksîst-Lenînîst ên Kolombiyayê (FARC) û dewleta Kolombiyayê, ku pevçûn di sala 1964'an de dest pê kirin, bi peymana di sala 2016'an de hat îmzekirin re bi dawî bû.
Piştî kuştina lîderê Partiya Lîberal di sala 1948'an de li Kolombiyayê şerê navxweyî dest pê kir. Di şerê navxweyî de, ku bi navê serdema "La Violencia (Şîdet)" tê binavkirin, Partiya Komunîst û rêxistinên çep di nava gundiyên xizan de hêza xwe mezintir kir.
ji bo parastina mafên gundiyên xizan û bejahî yên li welêt têdikoşiyan, di vê hawirdorê de bû ku Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Marksîst-Lenînîst ên Kolombiyayê (FARC) derketin holê. Di sala 1964’an de bi navê Komara Marquetalia Cumhuriyeti rêxistinbûneke komunal hat avakirin.
Ji ber êrîşên artêşê berxwedêr vekişan daristanan û dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Piştî vê pêşketina ku rê li ber avabûna FARC'ê vekir, pêvajoya pevçûnan dest pê kir. Şer û pevçûn zêdetirî 50 sal dewam kir û di encamê de nêzî 220 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji salên 1980'î heta salên 2000'î di pêvajoyên aştiyê de gelek hewldan çêbûn, lê bi têkçûnê bi dawî bûn. Piştre di sala 2011'an de hevdîtinên veşartî hatin kirin. Serokdewlet Santos di Tebaxa 2012'an de danûstandinên bi FARC'ê re ragihand.
Piştî sala 2012 'an danûstandinan bi raya giştî re hat parvekirin û aşkera dewam kir.
FARC'ê agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest di 19'ê Mijdara 2012'an de hat îlankirin. Piştî demekê artêşa Kolombiyayê jî operasyonên xwe yên li dijî rêxistinê sekinand. Dem bi dem pevçûn derket, lê maseya muzakereyê hilneweşiya.
Dewleta Kolombiyayê demeke dirêj agirbesta dualî qebûl nekir. Hevdîtinên aştiyê yên li Havana ya paytexta Kubayê di Mijdara 2012'an de destpê kirin û di 26'ê Tebaxa 2016'an de peyman hat morkirin. Danûstandinên ku li ser 6 mijarên sereke dewam kirin, bi peymana li ser reforma axê, tevlîbûna siyasî, mexdûrên şer, narkotîk, qedandina şer û bicihanîna aştiyê bi dawî bûn. Li gorî vê yekê, li ser belavkirina axê li gundiyên bê erd lihevkirin çêbû.
Biryar hat dayîn ku ji bo mirovên mexdûrên pevçûnan hin maf werin dayîn. FARC'ê çek danî û rê li ber vê yekê vekir ku endamên FARC'ê li ser zemîna siyasî têbikoşin. Peymana ku di heman salê de ji bo referandûmê hatibû danîn, ji sedî 49,8 erê û ji sedî 50,2 deng nehate redkirin. Lê belê hikûmeta Jûan Manûel Santos û rêveberiya FARC'ê xwe li vê peymanê ranegirtin, biryardarî nîşan dan û di peymanê de guhertinên biçûk kirin û pêşkêşî parlamentê kirin. Piştî ku peyman ji aliyê parlamentoyê ve hat erêkirin, ket pratîkê.
Gerîlayên FARC’ê bi çavdêriya NY’ê çek berda.
ENDONEZYA : XWESERIYA ACE'YÊ HATE NASKIRIN
Şerê 26 salan ê di navbera Endonezya û Artêşa Azad a Aceh (GAM) ku ji bo serxwebûna herêma Acehê têkoşiya û 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi danûstandinên di navbera salên 2002-2003'an de hatin kirin re bi dawî bû. Di çarçoveya "Sekinandina Peymana Dijminantiyê" de ku di sala 2002'an de di navbera hikûmetê û GAM de hat îmzekirin, artêşa Endonezyayê qebûl kir ku ji êrîşkariyê derbasî pozîsyona parastinê ya li herêma Acehê bibe û GAM jî qebûl kir ku 'li herêmên weke herêmên aştiyê hatine pênasekirin çekên xwe li depoyan deyne'.
Şer û pevçûn kêm bûn, lê heta Nîsana 2003'an pêvajo sekinîbû. Bi sûcdarkirina GAM a di bêçekbûyînê de hat sûcdarkirin, hikûmetê dest bi operasyonên leşkerî kir. Piştî karesata tsûnamiyê ya di Kanûna 2004'an de bandor li herêma Acehê kir, GAM'ê agirbesta yekalî îlan kir. Piştî karesatê muzakereyan ji nû ve destpê kir. Gamê ragihand ku ew dest ji daxwaza xwe ya serxwebûnê berdide jî, hikûmetê rewşa awarte ya li herêma Acehê weke gava destpêkê rakir.
Piştî peymanê endamên GAM'ê yên girtî serbest hatin berdan. GAM'ê hemû çekên xwe teslîm kir, di heman demê de artêşa Endonezyayê 24 hezar leşkerên xwe ji herêma Acehê vekişand. Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê hat avakirin û ji bo partiyên siyasî yên li herêma Acehê bê avakirin destûr hat dayîn. Madeyên peymanê ku otonomiya herêma Acehê jî di nav de bû, bi cih hatin anîn. Piştre li Acehê xweserî hat îlankirin. Di hilbijartinan de partiya siyasî ya ji aliyê endamên GAM'ê ve hat avakirin bi ser ket û hikûmeta herêmî derbasî vê partiyê bû.
LI EL SALVADORÊ BERXWEDANA FMLN’Ê
Şerê navxweyî yê El Salvador ku 12 salan dewam kir û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmetê û Eniya Rizgariya Neteweyî ya Farabûndo Martî (FMLN) a navbera salên 1990-1992'an de bi dawî bû. FMLN di dema şerê navxweyî yê di sala 1980 de li welêt destpê kir û bi salan li hin herêmên welêt kontrol di destê xwe de girt, dest bi berxwedanê kir. FMLN, beriya ku çekdanîn di danûstandinan de bê nîqaşkirin, kir şert ku 'lihevkirineke tam a siyasî pêk were'.
Beriya qonaxa bêçekbûnê efûyeke giştî hate derxistin û peymana aştiyê hate îmzekirin. Di peymana aştiyê de ji holê rakirina wezîfedarên tevlî 'şerê qirêj' ê li nava artêşê bûn û kêmkirina bandora wan, avabûna Rêxistina Polîsan a Sivîl a Neteweyî, rakirina servîsên îstîxbaratê yên leşkerî, rakirina milîsan, guhertinên li sîstema dadgeriyê, guhertina sîstema hilbijartinê û veguherîna FMLN li partiyeke siyasî.
Piştî peymanê îmhakirina çekan dest pê kir. FMLN wekî partiyeke siyasî hebûna xwe domand. Namzetên FMLN di hilbijartinên 2009 û 2014'an de bi ser ketin.
FÎLÎPÎN: XWESERÎ JI BO MOROYÊ
Pevçûnên di navbera Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) û leşkeriyê de li başûrê Fîlîpînê bi peymana di sala 2014'an de hat îmzekirin re bi dawî bû. Di bingeha pevçûnan de pirsgirêkên weke newekheviya sosyo-ekonomîk, cihêkariya etno-olî, nebûna temsîliyeta siyasî, her wiha pirsgirêka bêparmayîna xakê bûn.
Di encama danûstandinên bi Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê (MNLF) de, ku beriya niha hatibû avakirin, di sala 1975'an de agirbest hatibû îlankirin. Di Peymana Trablûsê ya di 23'ê Kanûna 1976'an de hat îmzekirin de, li hev hat kirin ku ji bo 13 eyaletên weke "Welatê Bangsamoroyê" tên dîtin, otonomî bê dayîn. Di 25’ê Adara 1977’an da li Fîlîpînêya Başûr "îlankirina hejmar 1628ê" xweserî îlan kir.
Lê piştre pevçûn dîsa destpê kir. Di şerê 40 salan ê navbera MILF û Fîlîpînan de 120 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Li paytext Manîlayê di 15'ê Cotmeha 2014'an de peymana aştiyê hat îmzekirin. Di danûstandinan de ku bi navbeynkariya Malezyayê hate kirin, li hev hate kirin ku li başûrê welatê piranî Katolîk herêmeke xweser were avakirin ku ev herêm wê ji hêla hindikahiya Misilman ve were birêvebirin. Pêvajoya bêçekbûnê ji aliyê Organa Bêçekkirinê ya Serbixwe ya Navneteweyî ve hate kirin. Ji ber ku çekên xwe danîn, biryar ên ji bo damezrandina hêzeka polîsên herêmê û kêmkirina hejmara leşkerên supayê Fîlîpînê li devera Bengsamoro hat dan û grûpên taybetiyên çekdar ên vê deverê ji hev belav kirin.
Sibe: Hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd
MA / Tolga Guney