Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî. Bakirhan, da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye “Kapîtalîzm hêviya me di dize” û ev tişt anî ziman: “Mezinkirina hêvî, çareserî û aştiyê deynê stûyê me ye.” 
 
Li Amedê mitînga 1’ê Gulanê li Qada Stasyonê, bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em ê li qada 1’ê Gulanê bin” hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de axivî. 
 
Tuncer Bakirhan, hemû kedkarên ji bo têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bakirhan diyar kir ku kedkar jiyaneke mirovane heq dikin û wiha got: “Kesên hildiberînin hûn in, xizmeta civakê dikin hûn in. Em jî weke DEM Partiyê ji bo mafê we têdikoşin. Daxwaza weke mirovan a kedkaran hewcedariyeke. Em bawer dikin ku em ê welatekî ku kedkar weke mirovan bijîn ava bikin. Ji bo ku çavkanî ji polîtîkayên şer re tên veqetandin, ji nan û sifreya we tê dizîn. Aştî bêyî ked û kedkaran nabe. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya têkoşîneke xurt.”
 
BANGA OCALAN 
 
Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Banga birêz Abdullah Ocalan bangeke ku li gel aştiyê maf û hiqûqa kedkaran diparêze ye. Heke em bi kedkar, bindest, teqawîd, xebatkar, Kurd û Elewiyan re xwedî li vê bangê derkevin dê rojên xweş li benda me bin. Heke ev bang pêk were dê çavkaniyên ji şer re diçe ji karker, kedkaran re were. Ji ber vê yekê xwedî derketina li vê bangê herî zêde jî peywîra we kedkaran e.
 
EM XWEDÎ LI BANGÊ DERKEVIN 
 
Pergal, keda karker û kedkaran pêşkeşî sermeyadaran dike. Ji ber vê yekê divê em bibin yek xurt bibin. Em li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re çar saetan man. Herî zêde karker, kedkar, ciwan û jin hate axaftin. Birêz Ocalan ev tişt got ‘Kapîtalîzm hêviya me didize.’ Ji ber vê yeke mezinkirina hêviyê deynê stûyê me ye. Em xwedî li vê bangê derkevin, aştiya civakî pêk bînin û kolan bi kolan bikin mijara kedkaran. 
 
RIZGARÎ GIRÊDAYÎ HEV E
 
DEM Partî her tim li cem kedkaran e. Rizgariya me girêdayî hev e. Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kedê lê nebe û mafê kedkaran were dayîn wê pirsgirêka Kurd jî were çareserkirin. Ji ber vê yeke heke em ji vê pergalê aciz bin divê gelê Kurd ê bi rêxistinkirî û çîna kedkarên a rêxistinkirî bên cem hev û bi hev re têbikoşin. Ji kedkaran re sozeke me heye. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin heye. Bi baweriya ku em ê vê pêk bînin 1’ê Gulanê li we hemûyan pîroz dikim û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”
 
Piştî axaftinan, hunermend Helîm Omerî derket ser dikê. Mitîng, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin HATE NÛKIRIN
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban