NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî hatin dayin û banga tevlibûnê li karker û kedkaran hate kirin.
Li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de bang li hemû karker û kedkaran hate kirin ku di 1’ê Gulanê de biherikin qadan. Di vê çarçoveyê de li Eskîşehîr, Edene, Mêrsîn û Îskenderûn a Hatayê daxuyanî hatin dayin.
ESKÎŞEHÎR
Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Eskîşehîrê di daxuyaniya xwe de got ku dê saet di 10.00’ê de li Bûlwara Ataturkê kom bibin û heta Qada Odunpazariyê meşê li dar bixin. Beşdaran got ku ew ê ji bo mercên xebatê yên însanî û jiyaneke adilane li qadan bin û banga tevlibûnê kirin. li dijî mercên
MÊRSÎN
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li avahiya xwe daxuyanî da û got ku dê di 1’ê Gulanê saet di 14.00’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyaniyê dest bi meşê bikin û heta Stadyuma Tevfîk Sirri Gur bimeşin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku ew ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û rakirina tecrîdê li qadan bin. Banga tevlibûnê hate kirin.
SYKP a Mêrsînê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da û banga tevlibûnê kir.
HATAY
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Parka Saglikli Yaşamê ya navçeya Îskenderûn a Hatayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê di 1’ê Gulanê saet di 15.00’ê de li pêşiya Banka Navendî ya Îskenderûnê kom bibin û ber bi Qada Garê ve bimeşin. Banga tevlibûnê li hemû kesî hate kirin.
EDENE
Kedkaran li Edeneyê jî daxuyanî dan û dan zanîn ku dê di 1’ê Gulanê saet di 14.00’ê de ji Pira Kasim Gulek heta Qada Stasyonê bimeşin û her kes vexwendin pîrozbahiyê.