ENQERE - DEM Partî û AKP’ê piştî 10 salan cejna hev pîroz kirin. Resûl Kurt ê AKP’î diyar kir ku civak xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye.
Bernameya pîrozkirina cejnê ya partiyan di tevahiya rojê de domiya. Piştî MHP’ê, şandeyên AKP û Partiya Gelecekê jî hate serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). DEM Partî û AKP ji sala 2015’an heta niha cara ewil bi boneya cejnê hevdu ziyaret dikin.
Şandeya AKP’ê ya hat serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê ji wekîlê Semsûrê Resûl Kurt, endama MKYK’a Navenda Giştî ya AKP’ê Saniye Enfiyecî û endamê MKYK’ê Baskê Ciwanan a Navenda Giştî Abdulkadîr Kadîroglû pêk dihat. Şande ji hêla Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve hate pêşwazîkirin.
HÊVIYA DEM PARTIYÊ YA CEJNÊ
Yuksel Mutlu ji ewil axivî û got: “Di vê cejnê de dayikên daxwaza aştî û çareseriyê li goristanan bûn û zarokên wan girtî bûn. Em ji bo çareseriya vê têdikoşin û hêvîdarim êdî tu cejnan de dayik hêsiran nabarînin. Cejna we tevan pîroz be.”
‘GEL XWEDÎ LI BANGÊ DERKET’
Wekîlê AKP’ê Resûl Kurt jî got: “Bi piştevaniyeke xurt a birêz Devlet Bahçelî û serokkomarê me û banga ji Îmraliyê ji hêla gel ve erênî hate pêşwazîkirin. Gel xwedî li banga Îmraliyê derket ku bi berpirsyartiyeke mezin hate kirin. Divê di vê serdemê de ne çek lê aştî, dostanî, aramî pêk bê. Hêvîdarim ev pêvajo jî di demekî herî nêz de pêk bê.”
DEM PARTÎ ÇÛ SERDANA AKP’Ê
Di heman saetan de şandeyeke DEM Partiyê çû serdana AKP’ê.
PARTIYA GELECEKÊ HATE ZIYARETKIRIN
Şandeya DEM Partiyê her wiha çû serdana Partiya Gelecekê. Cîgira Serokê Giştî ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar Meryem Turktekîn di serdanê de axivî û got: “Li gorî me em dikarin rûnin û pirsgirêkên xwe yên sereke bi axaftinê çareser bikin. Em hewldanên we û yên muxalefetê yên bi vê boneyê pîroz dikin. Em vê pêvajoyê girîng dibînin.”
‘TÊKOŞÎNA ME JI BO TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK E’
Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu jî di hevdîtinê de got: “Hêvîdarim cejn bibe wesîleya edalet, aştî û demokrasiyê. Bi hêviya cejnên ku siyasetmedar, parlamenterên me ne girtî, ciwan nayên qetilkirin û girtin. Em ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşin.”
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di hevdîtinê de wiha got: “Hevalên me girtî ne. Her wiha girtina xwendekaran bi rastî jî me xemgîn dike. Lê em di rojên banga aştî û civaka demokratîk hatiye kirin de ne. Hêvîdarim cejn bibe wesîleya aştiyê. Em ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk têdikoşin. Hêvîdarim em bi ser kevin.”
Piştre jî serdan ji çapemeniyê re girtî domiya.
Pîrozkirina cejnê ya li Navenda Giştî ya DEM Partiyê dê bi serdanên şandeyên Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê bidome.